Çar serokatiyên Herêma Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê nayê qebûlkirin

28-02-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Serokatiya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Nêçîrvan Barzanî civiyan û tekez kir, “Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafên xwe bernade."

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê îro, 28/02/2022 bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiyan.

Biryara Dadgeha Federaliya Iraqê ya roja 15.02.2022 ya derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê de di civînê de hat guftûgokirin.

Beşdarên civînê li ser vê mijarê tekez kirin ku “biryara Dadgeha Bilinda Federalî nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bicihkirina mafên xwe yên destûrî berdewam dike û bi tu awayek dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrî hilnagrê û hemû rêyeke yasayî û destûrî li ber digire bo ku maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê biparêze.”

Çar serokatiyên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê 6 xal ragihandin:

  • Biryara Dadgeha Bilinda Federalî berevajiya naverok û tekst û giyan û bingeha rasteqîneyên sîstema federaliye û binpêkirineke zelal û eşkere ya maf û desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.
  • Biryara dadgehê bi awayeke nerasterast hemwarkirineke nedestûrî ya destûrê ye, ji ber ku bûye sedema jêstandina desthilata destûrî ya herêman û bexşîna bi desthilata federalî ku ev jî neteba ye li gel desthilata Dadgeha Federalî û paşvevegerana ji sîstema federaliye.
  • Dadgeh di biryara xwe de pişt bi yasayên salên 1976 û 1985ê Iraqê ve girê daye ku yasayên navendî ne û li gel bingehên destûra sala 2005 a Iraqa nû nakok e ku sîstema hukim li Iraqê ji navendî ve ji bo sîstemeke federalî guheriye û bi ronî desthilatên Herêmê û parêzgehan û desthilata federalî dabeş kiriye.
  • Li gor Herêma Kurdistanê ev biryar ji bilî wê yekê binpêkirina destûr û sîstema federalî ye, di heman demê de wiha bawer e meremeke taybetî li pişt e û bê alî nîne, bi taybetî jî ku Iraq di rewşeke gelek hestiyar û aloza siyasî re derbas dibe û aliyên siyasî mijûlî guftûgoyê ne ji bo hevtêgihiştin û peydakirina çareseriyek ji bo derketina ji çeqbestî û binbestiya siyasî, ev biryar rewşê aloztir dike.
  • Dûpat dikin ku peyman û girêbestên neftî yên Herêma Kurdistanê bi palpiştiya bi yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê û deqa maddeya (112) a destûra Iraqê hatine encamdan, ev jî di demek daye desthilatên federalî piştî derbasbûna (17) salan nekarîne erkê xwe yê yasayî bicih bikin bi danîna yasayek ji bo neft gaz li Iraqê, jibilî destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê di sala 2007an de û poşmanbûna Hikûmeta wê demê ya federal li wê reşnûsa hevbeş a yasaya neft û gazê ku rêkeftin li ser hatibû kirin.
  • Bi girîng dizanin Dadgeha Bilind a Federalî bi yasayeke nû û li gor hukmên maddeya (92) ya destûr pêk bê û erkên xwe li gor destûr bicih bike, herwiha ew hemû sazî û dezgehên destûrî jî li gor destûrê yasa ji bo wan derbikeve û pêkbên ku mîsogeriya pêkanîn û bercestekirina sîstema federalî ne.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel hemû aliyên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî berdewam dibe ji bo libergirtina her rêkarekê ji bo parêzgarîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Herwiha Parlamentoya Kurdistanê rêkarên yasayî û destûrî yên pêwîst li ber digre û Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê li pêgeha xwe ya destûrî de berdewam dibe li gel navendên dadwerî yên Iraqê ji bo dakokîkirina li ser destûrîbûna mafên Herêma Kurdistanê.”

Hatiye tekezkirin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî herdem li ser bingeha destûrê amadeyê çareserkirina kêşeyan e û berdewam dibe li ser guftûgoyên binyatnerane li gel Hikûmeta Federalî, dostên Iraqê û civaka navdewletî jî piştgîriyê li çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst