Salane bi milyonan geştyar ji bo şopandina rêça 33 şaristaniyan diçin Amedê

28-01-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Amed Geştyarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi dîroka xwe ya kevnar, bi axa xwe ya bi bereket li ser dilê Mezopotamyayê li peravê Çemê Dîcleyê ji yek ji bajarên herî xweş û giring geştyariyê ye Amed.

Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yek ji bajarên herî xweş ê geştyariyêye.

Salane bi milyonanan geştyar ji bo şopandina rêça 33 şaristaniyan seredana bajêr dikin.

Sûr û bedenên bilind, bexçeyên Hewselê, berhemên dîrokî, perestgehên olî, metbexe dewlemend a xwemalî, navenda kaşûnê ya çiyayê volkanîk Qerejdaxê, gire kevnar Kortik, germavên Çêrmûkê, Kela Zerzevanê û çemê nazenîn Dîcle li Amedê tene çend cîhên ku çar demsalan jî di rotaya geştyaran de ne.

“Sê taybetmendiyên Amedê hene”

Dîroknas Dr. Erefat Yaz got, “Sê taybetmendiyên Amedê hene.

Dîroka wê, çanda wê û axa wê. Ji ber vê taybetmendiya xwe gelek şaristaniyan xwestiye vira bi dest bixin.

Yanî ji dîroka nivîskî ya ku em dizanin bigire, Hûrî, Mîtanî, Pers, Part, Romayî û Makedon heta Merwaniyan û Osmanîyan vira bidest xistine û li vira rêç hîştine.”

Amed di navbera Mêrdînê û Rihayê de di lokasyona sê goşeya zêrîn a Mezopotamyayê de li ser destinasyona her du bajaran e.

Ji ber wê jî her geştyarek tê wan bajaran tekez rêya xwe bi Amedê jî dixe

Herwiha lii zêdetirî 100 otel, motel, pansiyon û mêvanxaneyên bajêr rojane ezimandina 10 hezar geştyaran jî  pêkan e.

“Par milyonek û 253 hezar tûrîst hatin bajarê Amedê”

Geştyar Dogan Şan anî ziman, “Di sala 2023yan de milyonek û 253 hezar tûrîst hatin bajarê Amedê. Ji vê hejmarê 149 hezar jê geştyarên biyanî bûn.

“Hedefa me sala 5 milyon geştyar ben serdana Amedê”

Endamê Lijneya Rêvebir a Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê Mehmet Akyil got:

Ew otêlên nû tên çêkirin jî temam bibin, hedefa me ew e ku salane 2 milyon geştyar ji bo mayînê werin Amedê.

Bi giştî jî tevî ew kesên ku rojane tên û diçin jî di tev de hedefa me ew e ku salane 5 milyon geştyar seredana Amedê bikin.”

Pêwendîdarên geştyariya bajêr dibêjin tevî hemû dewlemendiyan geştyariya Amedê hêj ne di asta pêwîst de ye.

Ji bo çareserkirina kêmasiyên wê sektorê jî ew dibêjin divê hemû pêkhateyên civaka sivîl û saziyên fermî bi hev re hevaheng kar bikin, jêrxaneyên bajêr li gorî geştyariyê werin çêkirin ku amar û dahatên geştyariyê hêj baştir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst