Trên ji zirarmendên erdhejê re bûye sitargeh

28-01-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Xarpêtê 24 hezar kesên ji tirsa erdhejê naçin malên xwe
Li Xarpêtê 24 hezar kesên ji tirsa erdhejê naçin malên xwe
Nîşan Erdheja Xarpêtê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Xarpêt (Rûdaw) - Li bajarê Xartpêt ê Bakurê Kurdistanê xelk berê xwe dide stasyona trênê û yek bi yek bi malbatên xwe re li trênê siwar dibin. 

Li Xarpêtê 24 hezar kesên ku ji tirsa erdhejê naçin malên xwe, di çadiran de dimînin. Bi dehan hezar kes li ba xizmên xwe yên derdorê bi cih bûne. Lê beşeke xelkê jî li stasyonan di trênê de dimînin. Ew dibêjin di erdhejê de trên bi destê her kesî nakeve û di vî şertên zehmet de trên ji wan re mîna otêlê ye. 

Yek ji kesên ku ji bo xwe ji sir û seqema zivistanê biparêze û berê xwe dide trênê jî Mehmet Gul e. 

Zirarmendê erdhejê Mehmet Gul got: “Ev der ji derve hem bi ewletir e û hem jî pir germe jî. Heta serê sibehê di trênê de kalorîfer pêdikevin. Li vir xwarinê jî didin me. Saziya Rêyên Hesin bi xizmeta trênê alîkariyeke  baş da me. Em spasdarên wan in.”

Hinek bi dê û bavên xwe re, hinek jî bi hevjîn û zarokên xwe re li trênê dimînin. Ew dibêjin trên ji çadiran qat bi qat baştir e. 

 Zirarmenda erdhejê Tulay Ser jî dibêje: “Li vir çay, qehwe û xwarina me li ber me ye. Heta 12ê şevê xizmeta me dikin.”

Welatiya bi navê Nevîn Polat jî got: “Ji ber ku xaniyê min xisareke mezin dît ez li vir dimînim. Dewletê derfeteke baş daye ber me.”

Zirarmendê erdhejê  Evdilrezaq Koçakelçî  diyar kir ku trên mîna otêlê ye û xelk ji tirsan li otêlan jî namîne. 

Keskî bi navê Mehmet Yildiz jî wiha axivî: “Em li trênê dimînin lê cihê me xweş e, rind e. Germ e.”

Li stasyona trênê bo erdhejzedeyan her tiştî fikirî ne. Hem çay, qehwe û hem jî xwarina wan li stasyonê amade ye. 

Berpirsê Şaredariya Kapakli Kadîr Kurt jî got: “Em 3 kes ji Tekîrdagê, ji Şaredariya Kapakli hatin. Di wesayîta me de çay, qehwe, şorbe, ava fêkiyan û kek hene. Kî çi û çiqas bixwaze em didin wan. Em ji bo xizmeta zirarmendan li vir in.”

Trêna ku ji bo zirarmendên erdhejê hatiye amadekirin ji 80 vagonan pêk tê û her şev 980 kes dikarin tê de bimînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst