Yekgirtû kongreya xwe ya 8an lidar dixe

27-12-2019
RÛDAW
Logoya kongreya heştem a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê
Logoya kongreya heştem a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê
Nîşan Kurdistan Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare rojên 28 û 29 vê mehê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê heştemîn kongreya xwe li dar bixe û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinên Yekgitû, Hêmin Eskender jî dibêje, amadekariyên lidarxistina kongreyî bi dawî hatine.

Hêmin Eskender diyar kir, Yekgirtû dixwaze di vê qonaxê de giringiyeke zêdetir bi aliyê bangewaz û rêkxistin û dirustkirina endaman bide.

Hêmin Eskender ji Rûdawê re ragihand: “Di kongreyê de Desteya Bilind a Lidûvçûnê tê hilbijartin, ku deste ji pênc kesan pêk, ew deste dê çavdêriya karkirina partiyê, pirgirêkên nav partiyê û lidûvçûn bo biryarên partiyê dike.”

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Yekgirtûya Îslamî destnîşan dike: “Yekgirtû partiyeke siyasî yê reformxwaz e, lewma jî di wê qonaxê de giringiyeke zêdeir bi karê bangewazî, rêkxistin û çêkirina endaman tê dayîn. Herwiha Yekgirtû dixwaze vegere ser proseya perwerde û pêgehandina endamên xwe û karên xwe yên siyasî bidomîne.”

Serkirdatiya Yekgirtû ji 43 kesan pêk tê, li gor biryara wê hizbê hemû berpirsên melbendên Yekgirtûyê rasterast dibin endamên serkirdatiyê, bi vî awayî jî 16 endamê serkirdatiya wê hizbê yekalî bûne û tenê 27 kes mane ku dê di kongireyê de bên hilbijartin.

Li gor agahiyan, ji bo posta Emîndarê Giştî yê Yekgirtûyê jî, heya niha sê kesan xwe berbijêr kiriye, Emîndarê Yekgirtû yê niha Selahedîn Mihemed Behaedîn û Ebûbekir Karwanî û Hîwa Mîrza Sabir.

Di sala 1994an de Yekgirtû weke partiyeke siyasî hebûna xwe ragihand û li parlamentoya Kurdistanê xwediyê 5 kursiyan e û li parlametoya Iraqê jî 2 kursiyên wê hene.

Di hilbijartinên derbasbûyî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, hejmara kursî û dengên Yekgirtûyê kêm bûne. Ji ber ku di hilbijartina herî dawî de li Kurdistanê, Yekgirtûyê zêdetir ji nîvê dengên xwe ji dest da, biryar da ku kongreyeke pêşwexte saz bike.

Serkirdatiya Yekgirtû bi ser bazneyên Silêmanî, Duhok, Hewlêr û Kerkûkê pêk tê, ku 19 endamên serkirdatiyê ji Silêmaniyê, 16 kes ji Duhokê, 6 kes ji Hewlêrê û 2 kes jî ji Kerkûkê dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

xwepêşandanên li dijî qeyûm ên li Êlihê /Wêne: Rûdaw

Qeyûmê li Êlih û Dêrsimê 15 karker ji kar derxistin

Li parêzgehê Êlih û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê 15 karker ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin derxitin