Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan soza daye gelê Kurdistanê ku dê hêzên Pêşmergeyan bikin yek.
Nêçîrvan Barzanî îro di merasîma avakirina Lîwayên 3yem û Çarem ên Peyadeyên Wezareta Pêşmerge de axivî.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa yekgirtina hêzên Pêşmergeyan û pêşketinên di vî warî de kir.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi destkeftên Herêma Kurdistanê kir û got, "Ev destkeft nîşana îradeya me ya xurt û encama wan qurbaniyên mezin e ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge di nav çend dehsalan de dane."
Daxwazek ji YNK û PDKyê
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serkeftibûna pêvajoya çaksaziyê bangek li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku "bi tevahî hevkariyê bikin û alîkariya serkeftina pêvajoya çaksazî û yekkirin Pêşmergeyan bikin."
Nêçîrvan Barzanî got, "Serkeftina vê pêvajoyê erkeke niştimanî û neteweyî ya me hemûyan e û divê çi pirsgirêk û astengiyên li ber pêvajoyê hebin, bên çareserkirin.
Di dawiyê de hemû Pêşmerge, wekî hêzeke niştimanî ya Kurdistanî, di bin sîwana Wezareta Kar û Barên Pêşmerge de bên komkirin ku xwedî serkirdayetiyeke yekgirtî, kontroleke yekgirtî û navendeke birêvebirinê ya yekgirtî be."
"Divê hikûmeta Îraqê li gorî destûr û qanûnan bi Pêşmerge re tevbigere"
Serokê Herêma Kurdistanê behsa hevkarî û hevahengiya Pêşmerge ya bi hêzên artêşa Îraqê re kir û got:
"Gelekî pêwîst û girîng dinirxînin, em ji Hikûmeta Federal a Îraqê dixwazin ku li gorî destûr û qanûnan bi Pêşmerge re tevbigere û wekî beşeke ji sîstema parastina Îraqê, ji hemû aliyan ve erk û peywirên xwe yên li hemberî Pêşmerge bi cih bîne."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî: Yekkirina Pêşmergeyan soza me ye#Pêşmerge pic.twitter.com/nxexefxqND
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 4, 2025
"Bila aliyên serkeftî yên hilbijartinan bi pêkanîna hikûmeta nû dilê gelê Kurdistanê xweş bikin"
Nêçîrvan Barzanî behsa pêşhatên li Rojhilata Navîn jî kir û wiha domand:
"Vê dema ku herêm di rewşeke aloz re derbas dibe û em rûbirûyê gelek astengiyan dibin de, gelê Kurdistanê bi hêvî û xemxwarî li bendê ye ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin.
Ji ber vê yekê ji aliyên serkeftî yên hilbijartinan dixwazim.
Bila vê bikin pêşaniya xwe ya yekem û bi serkeftina diyalogan û lihevkirinê û pêkanîna hikûmeta nû, dilê gelê Kurdistanê xweş bikin.
Di demeke herî zû de, hikûmetekê pêk bînin ku bersiva daxwaz û hêviyên welatiyên Herêma Kurdistanê bide."
Serokê Herêma Kurdisanê li ser pêkanîna Lîwayên Sêyem û Çarem ên Peyadeyên Pêşmerge jî wiha axivî:
“Ev gaveke girîng û stratejîk e ber bi bidestxistina armanca me ya mezintir ku ew jî avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî ye.
Hêzek ku pîşeyî û rêkxistîtir be û li hemberî her cure tehdîd û metirsiyekê, şiyana parastin û parastinê welat hebe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse