Sine: Mamosteyekî Zankoya Kurdistanê sê roj in winda ye

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Dr. Behrûz Çemenara Xwepêşandan Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî Zankoya Kurdistanê ya Sineyê piştî xwepêşandanên roja Pêncşemê winda bû û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku mamostayê Zankoya Kurdistanê ya Sineyê Dr. Behrûz Çemenara ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye desteserkirin. Piştî xwepêşandanên roja Pêncşema borî ya zanoyên Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û gotara Dr. Behrûz Çemenara ya bi çend zimanan ku tê de êrîşên hêzên ewlehiyê yên Îranê yên ser xwendekaran şermezar dikir û di dema derketina ji zankoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye revandin.

Li gor Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Dr. Behrûz Çemenara di xwepêşandanên hefteya borî yên zankoyên Sineyê de hatiye tirsandin û ew çend rojan ji zankoyê derneketiye.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê her wiha diyar kir ku Dr. Behrûz Çemenara êvara pêncşemê, ji aliyê parêzgarê Sineyê û hejmarek berpirsên beşa çandê ve ji bo gotûbêjkirina xwepêşandanên xwendekaran hatibû vexwendin lê di rê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat revandin.

Dr. Behrûz Çemenara xelkê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ye û mamostayê Zankoya Kurdistanê ye, çend sal in berpirsê Kurdistannasî ya zankoyê bûye lê niha mamosteyê Ziman û Wêje ya Kurdî ye.

Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, xwendekaran sibeha îro Yekşemê li Zankoya Sineyê xwendekaran dîsa dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza eşkerekirina sedema windabûna Dr. Behrûz Çemenara li serokatiya zankoyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst