Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nameyeke vekirî de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, rêxistin û komeleyên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û welatan dike ku xwe bigihînin xelkê Rojhilatê Kurdistanê.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nameya xwe ya roja Şemiyê 26ê Mijdara 2022an de ragihand ku nêzî 70 roj bi ser destpêkirina xwepêşandanên girseyî yên li Îranê re derbas bûn ku piştî mirina bi guman a keça Kurd a Jîna Emînî dest pê kir, ji bilî Kurdistan û Îranê, li welatên cîhanê jî belav bûye lê Komara Îslamî ya Îranê di destpêkê de ev mijar red kir û piştre dest bi tepeserkirina xwepêşandanan kir.

Di nameyê de her wiha amarên li ser tundûtûjiya Hikûmeta Îranê ya li dijî xwepêşanderan hatin eşkerekirin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, “Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, heta niha li Îranê 445 kes hatine kuştin ku 63 kes di bin 18 saliyê re ne û 43 jî jin in. Piraniya kuştiyan li herêmên ku hatine paşguhkirin Belûçistan û Kurdistanê bûn. Li Kurdistanê heta niha nasnameyên 108 kesan hatine diyarkirin, ji wan 11 zarok û 5 jin. Herî kêm 6 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin.”

Di raporê de hat gotin ku Îran li çend bajarên wekî Ciwanro “çeka doçka û gaza rondikrêj a bi jehr” bi kar tîne. Her wiha behsa gulebarana rasterast ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê tê kirin, bi taybetî danê êvarê li xelkê dikin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bang li welat, komele û rêxistinên navneteweyî kir û got, “Tişta ku rejîm li Kurdistanê tîne serê xelkê, tawana cengê û tawana dijî mirovatiyê ye. Ji ber wê jî ji bo rêgiriya tawanên Komara Îslamî pêwîstî bi gavên pratîkî heye. Diyar e qebûlkirina biryara Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li dijî Komara Îslamî ji bo avakirina komîteyeke lêkolîna rastiyan baş bû lê em di wê baweriyê de ne ku divê tedbîrên cidîtir ji bo berpirsyariya rejîmê bên girtin.”

Nameya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di 11emîn hefteya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hate belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst