Îsal silkên Erzinganê kêm in: ‘Karê me gelekî zehmet bûye’

27-10-2023
Îsal silkên Erzinganê kêm in / Wêne: AA
Îsal silkên Erzinganê kêm in / Wêne: AA
Nîşan Erzingan Silk Baran Berhem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina silkan dest pê kiriye.

Nêzîkî 1800 cotkarî îsal li derdora Çemê Karasuyê, li deşta Erzinganê û qûntara Çiyayê Munzûrê silk çandine.

Ji ber baranên biharê gelekî berdewam kir û payîzê jî baran zû bariya, cotkar dibêjin berhema îsal xirab e.

Baranê bandoreke xerab kir

Murat Demirbukenê cotkar behsa zehmetiyên karê xwe kir:

“Me dest bi berhevkirina silkan kir. Silk dibin şekirê li ser sifreyên me. Her kes wisa dizane silk gelekî bi hêsanî çêdibin lê ne wisa ye, karekî zehmet e.

Çandina wan heye, divê heta dawiya gulanê çandinî biqede lê îsal ji ber baranê me dereng dest bi çandinê kir. Wê yekê bandoreke xerab li berhema îsal kir.”

Ji bo silkek çêbibe pêwîstiya xwe bi 160 rojî heye. Ger heta wê demê negihin, berhem ji asta tê çaverêkirin gelekî kêmtir dibe.

Cotkarên Erzinganê ji berhema silkan a îsal ne razî ne û dibêjin xisara wan zêde ye.

“Hûn halê me dibînin”

Cotkarê bi navê Devran Taşkiran jî wiha axivî:

“Karê me gelekî zehmet bûye. Ji ber baranê giya û qamîş di nav zeviyan de çêbûne.

Karê traktorê jî zehmet bûye. Hûn halê me dibînin. Kerê me dê heta mehekê dirêj bike, ji ber baranê me silk gelekî dereng çandin.”

“Em bi destan derdixin

Cotkarekî da zanîn ku ew gelek karên xwe bi destan dikin û pê de çû:

“Wekî hûn dibînin demsala berhevkirina silkan dest pê kiriye. Silkên ku makîne nikaribe derxe, em li pişt makîneyê diçin û bi destan derdixin da ku xisara me kêmtir be.”

Li Erzinganê sala 2023yan li ser rûberê 44 hezar hektar zevî silk hatine çandin.

Tê çaverêkirin berhema silkan îsal li vê parêzgehê bigihe 227 hezar tonan.

Li gorî Rêveberiya Çandinî û Daristanan ya Erzinganê, şekirê herî şêrîn ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji silkên Erzinganê çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst