Saziya Keşnasiyê ji bo 11 bajaran hişyariya baran û lehiyê da

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê Hişyarî Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û lehiyê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li bajarên Artvîn, Gîresun, Gumuşhane, Hatay, Rîze, Trabzon, Bayburt û Hatayê yên Tirkiyeyê û bajarên Erzirom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyên ku li wan 11 bajaran dijîn:

“Ji bo egera lehî, birûsk, teyrok, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergrin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îro pileya germê di navbera 3-7 pileyan de dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst