Tifaqa Partiyên Kurdistanî: Divê niha hest û ramanên neteweyî derbikevin pêş

27-09-2020
RÛDAW
Nîşan Tifaqa Partiyên Kurdistanî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên partî û rêxistinên Tifaqa Partiyên Kurdistanî, li dijî operasyona siyasetmedarên HDPê nerazîbûna xwe nîşan dan û ragihandin ku “Divê di pêvajoyên wiha girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd ji her rojan pirtir derbikeve pêş.”

Nûnerên partî û rêxistinên Tifaqa Partiyên Kurdistanî îro li Amedê derbarê operasyona dijî HDPê ku “bûyerên Kobanî” wek hincet hatine pêşandan û şeş sal di ser re derbas bûne, daxuyaniyek dan.

Di civînê de Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier û Nusrettin Maçin, Serokê Giştî yê Partiya Kamînîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyürek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Nûnerê KDP-T û PDK- Bakur amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25ê Îlona 2020an bi xemgîniyeke mezin ew bûn şahidê operasyonên ji dûrî pîvanên hiqûqî û demokrasiyê ya li hemberî 82 kesayetên siyasî ku piraniya wan siyasetmedarên HDPê ne.

Tifaqa Partiyên Kurdistanî dibêjin: “Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her ku diçe ji demokrasiyê, maf û azadiya mirovan û ji girêdayîbûna hiqûqê dûr dikeve. Li Tirkiyeyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind. Ev helwest rojên yekpartiyetiya Tirkiyê tîne bîra me. Di ser re teqrîben sed sal derbas bûn lê li Tirkiyeyê hêj ev helwest didome. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Ji ber ku xwediyê vê hişmendiyê, hebûn û mayîna xwe li ser dijayetiyan, dijminatiya aliyan û derxistina aloziyan dibînin. Lê, êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyeyê û piraniya Kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye, dîtine û fersenda yekem de dê li gorî wê tevbigerin.”

Tifaqa Partiyên Kurdistanî amaje bi wê yekê kirin ku guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigihêjin mafên xwe yên rewa û ragihandin: “Dîrok şahid e û cihan pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewên/gelên din nekiriye û dê neke jî. Her weke mirov dikare bibêje; di pêvajoyên wisa girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd divê ji her rojan pirtir derbikeve pêş. Niha em di demeke wisa re derbas dibin.Em weke hêz û partiyên Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û piştgir in bo kes û aliyên ku mafên wan hatine binpêkirin. Em hêvî dikin ku hikumet, dadgeh û dozgerên Tirkiyê ji van helwestên xwe yên şaş şûnde gav bavêjin.”

Herwiha aliyên navborî bang hemû rayedarên Tirkiyê dikin û dibêjin: “Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin, rê li ber vegera danûstandinan vekirî bihêlin û bêhtir berê xwe bidin rêya çareseriyeke aştiyane û sivîl. Bi tund û tûjiyê, bi zext zorê û terorîzekirinê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin. Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide. Em ji hemû aliyan dixwazin li rêya çareseriya aştiyane û sivîl ve vegerin û pîvanên hiquqa navnetewî bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst