DÊRSIM - Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hat kirin

27-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Dêrsim Rojavayê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di protestoyên êrişên ser Rojavayê Kurdistanê de 6 kes hatin desteserkirin.

Di nav wan de Serokê Şaxa DEM Partiyê yê Dêrsimê jî heye.

Li Dêrsimê îro endam û alîgirên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ji bo protestokirina êrişên ser Rojavayê Kurdistanê li Kolana Hunerê civiyan û xwestin daxuyaniyekê bidin.

Polîs destwerdana civîna medyayê kir û di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket.

Di encama aloziyan de Serokê Şaxa DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ozcan Guntaş, Duzgun Erdogan, Nazli Çelik, Ozcan Ateş, Ozgur Soylemez û Ferhat Yildiz hatin desteserkirin.

Hatin berdan

6 kesên ku Dêrsimê di prostestoya derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de hatibûn destsekirin piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.

Çend roj in Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên hewayî li Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Li gor amarên Rêveberiya Xweser di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de 8 sivîlan canê xwe ji dest da û 18 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst