Li Dîlokê çawîşekî pispor li parkê mirî hat dîtin

27-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dîlok Çawîşê Pispor Turgay Kulcu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê çawîşekî pispor ê artêşa Tirkiyê li parkekê bi awayekî ku bi çekê gule li serê wî ketiye mirî hate dîtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navçeya Şahînbeyê welatiyan li Parka Sedsalê ya Çandê kesek dîtine ku bi çekê gule li serê wî ketiye û miriye.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tendirûstî û polîs hatine cihê bûyerê û eşkere bûye ku ew kes çawîşekî pispor e û navê wî Turgay Kulcu ye. Bi armanca zelalkirina sedema mirina wî kesî termê wî bo Saziya Edlî ya Pizîşkî hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyan lêpirsîn berdewam e û heta niha nehatiye diyarkirin ku wî kesî xwe kuştiye an jî hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst