Li Zanîngeha Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin

27-05-2022
Ferdî Sak
Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ji sala 2011an ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hatiye vekirin. Wêne: AA
Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ji sala 2011an ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hatiye vekirin. Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Zanîngeha Artuklu Doktoraya Kurdî Ziman û Edebiyata Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin. Yekem mamosteyên zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji vê zanîngehê derçûne. Niha ev zanîngeh bêhtir bûye cihê kelecana xwendekarên zimanê Kurdî û akademiya Kurdî.

Herî dawî Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Abdurahman Adak derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got Ev biryar dê derfetên baştir li pêşiya zimanê Kurdî û akademiya Kurdî veke û wiha berdewam kir "Du mefayên esasî yên bernameya doktorayê hene. Yek ji wan perwerdekirina mamosteyên lîsansê ye,û mefeya din ku ew jî pir giring e bidestxistina asteke bilindtir a zanistî ye. di xebatên doktorayê de hem asta dersan hem jî asta nameya doktorayê giribgiyeke xwe ya zanistî ya taybet heye, xebatên bi rêkûpêtir, xebatên kûrtir yên astbilind, tên berfireh esasî û bingehîn tên kirin.”

Di demekê ku niha tenê li zanîngehên Amed û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê xwendina doktoraya bi Kurdî heye, bi vê biryarê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dibe derfeta sêyem bo xwendekar û akademîsyenên zimanê Kurdî. 

Xwendekar dê bikarin hem bi zaravayê Kurmancî hem jî bi zaravêyê Zazakî yê Kurdî li vê zanîngehê doktorayê bixwînîn.

Ev biryar bi taybet bûye cihê kêfxweşiya xwendekarên mastera Kurdî û hêviyên wan geştir kiriye.

Xwendekarê Mastera Kurdî yê Zanîngeha Mêrdînê Xalid Ertaş dibêje “Bi taybetî em wek xwendekarên masterê bi yekê klecaniya me zêde bû û bi awayekî zêdetir me dest bi xebatên xwe kir. Kesên ku ji bo vekirina doktorayê hewl dane em spasiya xwe pêşkêşî wan dikin. Em hêvîdikin zêdetir damezirandina Kurdî çêbibin û rêya akademîk zêdetir li ber Kurdî bê vekirin.”

Niha hejmara xwendekarên ku bo doktoroya Kurdî li vê zanîngehê bên wergirtin nediyar e û dê ew hejmar di navbera mehên Temûz û Tebaxê de yekalî bibe. Lê li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Zanîngeha Artukluyê bidestxistine, hejmara wan herî kêm 10 kes in û eger heye piştî gotûbêjên di navbera mamosteyên zanîngehê de ew hejmar bo zêdeyî 15 kesan jî bê zêdekirin.

Li gor heman zanyariyan dê herî kêm 3 xwendekarên derveyî welat jî bikarin li vê zanîngehê doktoraya Kurdî bixwînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst