Li Kampa Holê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Ewlehiya Domdar Hesekê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya rojhilatê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke berfereh dest pê kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlehiya Navxwe, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Kampa Holê bi navê “Ewlehiya Domdar” operasyonek li dijî çekdar û şaneyên DAIŞê da destpêkirin.

Berpirsa Ragihandinê ya YPJyê Rûken Cemal û Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Navxwe Qehreman Murad daxuyanî li kampa Holê xwend.

Li gorî daxuyaniyê tevger û êrişên çekdarên DAIŞê li kampa Holê û derdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne û li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlehiya Navxwe êrişan dikin.

“Em dê herêmê ji DAIŞê paqij bikin”

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

“Operasyona me bi armanca kontrolkirina Kampa Holê û derdora wê, her wiha ji bo li bermahiyên DAIŞ bigere û hevkarên wê zeft bike.

Ev operasyona me kampa Holê û gundewarên dê ji terora DAIŞê paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.

Ev operasyon li ser bingeha agahî û mikurhatinên endamên DAIŞê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin, hate destpêkirin.

Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin.”

“DAIŞ hîn jî xeter e”

Hêzên navborî her wiha bi bîr xist ku 26ê Îlonê dewriyeke Hêzên Ewlehiya Navxwe li ser rêya Hol-Şedadê rastî êrişeke hat û di encamê de 3 endamên asayîşê canê xwe ji dest dabûn û got:

“Ev êriş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAIŞê hîn jî li herêmê xeter e û destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.

Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Komcivîna DEM Partiyê li Mêrdînê bû / Wêne: Ji dîmenan

Komcivîna DEM Partiyê li Mêrdînê bû: ‘Bila xeletiya xwe sererast bikin’

DEM Partiyê ji ber tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, vê carê civîna xwe li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir