AK Partiyê serdana PDK Bakurê kir

27-04-2023
RÛDAW
Nîşan AK Partî PDK Bakur Galip Ensarioglu Sertaç Bucak Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, roja 26ê Nîsana 2023ê şandeke AK Partiyê serdana PDK Bakurê kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ligel nêzîkbûna hilbijartinan serdanên partiyên siyasî û berbijêran bo alî û partiyên siyasî zêde bûne.

Li Amedê roja Çarşemê 26ê Nîsanê şandeke Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi serokatiya berbijêrê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê AK Partiyê Galip Ensarioglu, serdana navenda PDK Bakurê kir.

Endamên şanda AK Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak û rêveberiya wê partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Galip Ensarioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa wê serdan û civînê kiriye û ragihandiye: “Me bi Serokê Şaxa Amedê M. Şerif Aydin re serdana Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak û rêveberiya wî kir. Ez ji bo mêvanperweriyê spasiya serokê hêja û rêveberiya wî dikim.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst