Parlamenterê HUDA PARê li ser êrişa çalakiya dansê daxuyanî da

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Swingamed Dans Êriş HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HUDA PARê yê Mêrsînê Faruk Dînç derbarê êrişa çalakiya dansê ya li Amedê got, “Qaşo bi çalakiya dansê nirxên civakê dike hedef.”

Li Amedê dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakiyeke dansê li dar xist.

Piştî ku çalakiya dansê dest pê kir komeke ku ji 50 kesî pêk dihat çû parkê, wan tekbîr dan û êrişî koma dansê kir.

Di wê êrişê de 2 kes birîndar bûn.

Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Faruk Dînç derbarê êrişî daxuyanî da.

Faruk Dînç îdia kir ku çalakiya dansê nirxên civakê dike hedef û xelk ji wê aciz bûye.

Faruk Dînç wiha got:

“Divê rayedar li dijî van projeyên asîmîlasyonê yên li bajarê pêxemberan Amedê ku dûrî edetên Kurdan in, me ji nirxên me dûr dixin, nifşê me aloz dikin, tedbîrên pêwîst wergirin.”

Dînç herwiha xwest ku derbarê kesên ew çalakiya dansê li dar xistine karên yasayî bêne destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst