Hewlêr (Rûdaw) - Vegera koçberên ji Efrînê berdewam dike û ew vedigerin cih û warên xwe.
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê 18ê Adara 2018an Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kir.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Li şûna wan jî bi sed hezaran Erebên hawirde hatin bicihkirin.
Piştî aloziyên Kanûna Pêşîn a 2024an hinek Efrîniyên ku li Şehba, Heleb û Reqayê bi cih bûbûn dest bi vegera li cihên xwe kir.
Gundê Basûtê yê Efrînê yek ji gundên ku gelek koçberan vegeriyane ser mal û milkê xwe.
Resûl Xelîl nişteciyê vî gundî ye.
Wî ji Rûdawê re got ku 30 malbatên hawirde ji gund derketine.
173 malbat vegeriyan
Resûl Xelîl ev zanyarî dan:
“Heta dawiya sala 2024an, 75 malbatên koçber vegeriyane gundê Basûtê. 50 malbatên koçber vegeriyane Kurzêlê.
20 malbatên koçber vegeriyane Tirindê. 16 malbatên koçber vegeriyane Basûfanê.
12 malbatên koçber vegeriyane Eyndarê.”
Li gorî çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne, malbatên hawirde rojane ji herêma Efrînê derdikevin.
Li gorî heman çavkaniyan, piraniya hawirdeyên ku derdikevin ji gundewarên Şamê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse