Li Amedê bihayê nan lîreyek hat zêdekirin

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bihayê Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Pîşesaz û Esnafên Tirkiyê (TESK) ragihand ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bihayê nanê pîde yê 400 gram bûye 8 lîre ku berê 7 lîre bû.

Li gor daxuyaniya Konfederasyona Pîşesaz û Esnafên Tirkiyê (TESK) li parêzgeha Amedê bihayê nan 1 lîreyê Tirkî hat zêdekirin û bihayê nanê pîde yê 400 gramî derket 8 lîreyan.

Konfederasyona Pîşesaz û Esnafên Tirkiyê (TESK) her wiha pijandina nanê malê jî bûye 3 lîre.

Li gor lîsteya nû:

Nanê pîde û lawaş yê 400 gram - 8 lîre

Nanê Amedê yê 600 gram – 12 lîre

Nanê 200 gramî – 10 lîre

Simît – 5 lîre

Pijandina lehmecûnê – 4 lîre

Pijandina nanê malê – 3 lîre

Nanê somun 200 gram – 4 lîre

Nanê tost û hamburger – 2 lîre

Li parêzgeha Amedê herî dawî di Cotmeha 2022an de bihayê nan hatibû zêdekirin û nanê pîde yê 400 gram ji 6 lîreyan bo 7 lîreyan hatibû zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst