XARPÊT – Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 40 kesan

27-01-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Xarpêt Erdheja Xarpêtê
A+ A-

Xarpêt (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê, hejmara kesên ku di erdheja Xerpêtê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 39 kesan, lê derengiya şeva derbasbûyî termekî din jî ji bin kavilan hat derxistin û bi vî awayî hejmara qurbaniyan gihîşte 40 kesan.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca duh Yekşemê ragihand ku ji destpêka erdhejê ve termên 39 kesan ji bin kavilan hatine derxistin.

Lê belê di demjimêr 02:00ê Duşemiyê de, li taxa Sûrsûrû ya li navenda Xarpêtê termê jineke 50 salî ya bi navê Sevîm Cambaz jî ji bin kavilên apartmaneke 4 qatî hat dîtin û bi vî awayî hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê gihîşte 40 kesan.

Li gorî zanyariyan, niha 2 kesên di bin kavilan de mane û hewlên rizgarkirin, an jî derxistina termê wan kesan berdewam in.

Duh Yekşemiyê cenazeyên 7 kesên din ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dabûn, bi axê hatin spartin.

Şeva Înê 24ê Çile erdhejeke mezin bi hêza 6.8 pileyên Rîxterê herdu bajarên Xarpêt û Meletî yên li Bakurê Kurdistanê hejandin û bû sedema gelek zirarên canî û maddî.

Li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatibû kirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Maşallah Dekak li Xarpêtê derbarê erdhejê û zirarên wê de zanyariyên herî dawîn vedighuêze:

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst