Sezaî Temelli ji Rûdawê re: Eger em bi opozîsyonê re li hev nekin, em dê berbijêrê xwe diyar bikin

26-12-2022
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temelli Şeş Partiyên Opozîsyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Sezaî Temelli ji Rûdawê re got, “Eger em li ser berbijêrê serokkomariyê bi partiyên 6 maseyî re li hev nekin, em dê berbijêrê xwe diyar bikin.”

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê, doh 25ê Berfanbara 2022an li Hola Konferansê ya Şaredariya Dêrsîmê bi gelê Dêrsîmê re civînek saz kir.

Serokê Partiya Kedê Ercumet Akdeniz, Parlamenterê HDPê Sezai Temelli, Damezrênera SMFê û Parlamentera HDPê Dilşad Canbaz, Rêvebera TOPê Perihan Koca û Rêveberê TÎPê Seçkin Çetinkaya beşdar bûn. Destpêka civînê deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê bi Zazakî û Tirkî hat xwendin û aliyên beşdar axavtinên xwe kirin.

Sezai Temelli derbarê berbijêrekî hevbeş ê opozîsyonê bo serokkomariyê ji Rûdawê re ragihand, “Gelo em dikarin berbijêrekî hevbeş derxînin ku bikaribe me ji vê rêveberiyê zordar rizgar bike. Lê dema em li partiyên 6 maseyî dinêrin, bêyî ku vê îradeyê li cem wan bibînin, bazara hilbijartinan, bazara berbijêriyê dikin.”

Parlamenterê HDPê Sezai Temelli anî ziman, “Helbet partiyên 6 maseyî tifaqeke din in, Tifaqa Millet in. Ez di serî de bêjim ku mafên polîtîk ên tifaqa me û tifaqa wan ji hev cuda ne. Li bi taybetî pirsek heye ku serê mirovan tevlihev dike, ew jî gelo dê di hilbijartinên bê de berbijêrê serokkomariyê kî be, dê kî derkeve pêşberî Erdogan? Bi rastî divê, kesekî ku bikaribe bersiva hêviyên raya giştî ya Tirkiyê bide û hêviyên xelkê bilind bike derkeve pêşberî Erdogan.”

Sezai Temelli her wiha got, “Em gelên Tirkiyê bê bijarde nahêlin. Bi rastî em ê xebata derxistina berbijêrekî bikin, ku bikaribe bersiva hêviyên xelkê bide û vê guhertinê bike. Dema em vê tiştî dibêjin, bila neyê wê wateyê ku em hemû deriyan digrin. Heta niha jî tiştên erênî, ku hemû kes bikaribin bikin hene û divê partiyên 6 maseyî di vî warî de baş bifikirin. Divê ji vê rewşa tengav rizgar bibin. Eger nebin jî, bi rastî dê Tifaqa Ked û Azadiyê bi îradeyeke bi hêz derkeve pêşberî vê desthilatê. Em vê helwêsta xwe li her derê nîşan didin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst