Erdhejekê Xarpêt hejand

26-12-2020
RÛDAW
Nîşan Xûx Xarpêt Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîvrîce ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê îro bi hêza 4.1 pileya rîxterê erdhej çê bû.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir erdhej demjimêr 14.09 çê bû û navenda wê jî qezaya Sîvrîce (Xûx) bûye.

Her li gor zanyariyên AFADê erdhej bi kurahiya 11,57 kîlometran jêr erd pêk hat.

Heta niha derbarê ziyanên maddî û canî yên wê erdhejê de zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ev di demekê de ye ku roja 24ê Çileya îsal erdhejeke tund rû dabû ku li bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hatibû kirin.

Di encama wê erdhejê de ku hêza wê wek 6,7 pileya rîxterê hatibû tomarkirin, li gor amarên Wezareta navxwe ya Tirkiyê 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 1607 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst