Wan: Di 3 mehan de geştyaran milyarek û 500 hezar lîre xerc kirine

26-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Geştyar Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê di navbera parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê de tenê nîv rojê vekirî ye lê dîsa jî otelên Wanê %100 tijî ne, di 3 mehan de geştyaran milyarek û 500 hezar lîre li Wanê xerc kirine.

Karkirina deriyê sînorî bi dewama  nîv roj rê li ber geşekirina zêdetir a geştiyariya Wanê digire.

Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku bi gol, girav û şûnwarên xwe yên dîrokî bi nav û deng e, di 4 demsalên salê de pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştiyaran dike. Tevî ku demsal payîz e û pileya germayê dadikeve jî lê liv û tevgera geştiyaran hîn jî zêde ye.

Piraniya geştyaran ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne û bi rêya vî deriyê sînorî yê Kapikoy tên nav vî bajarî lê ev derî tenê bi dewama nîvroj kar dike. Ev jî rê li ber geşeya zêdetir a sektora geştiyariya Wanê digire. Rayedarên parêzgehê dibêjin ew hemû hewlekê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê didin.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva got, “Em ji bo ku derî bi 24 demjimêran kar bike hemû kar û xebatên xwe û hevdîtinên xwe yên lobiyê dikin û givaşên xwe her ku diçe zêde dikin.”

Ji bo geştiyarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bilî nêzîkbûnê yek ji taybetmendiyên vê parêzgehê jî ew e ku nirxên otel, xwarin û her pêdiviyekê li gor bajarên Tirkiyê gelekî erzan in. Ev jî dibe sedem ku piraniya wan berê xwe bidin vî bajarî.

Geştiyarê Îranî Ariyel Baragin anî ziman, “Hemû dixwazin bên Wanê. Piranî dema em di turên xwe yên geştiyariyê de dibêjin biçin ku derê daxwaza hemûyan dibe Wan. Hem erzan e û hem jî ji bo kirîn û firotinê her tiştê li Tirkiyê li vir jî heye. Ji bilî wê bo me gelekî guncav e.”

Li gor amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê heta 20ê Îlona îsal tenê ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê 320 hezar geştiyaran serdana vê parêzgehê kirine û ev sê meh in otel û mêvanxaneyên wê jî bi rêjeya ji sedî 100 tijî ne. Her wiha wan geştiyaran di wê demê demê de 1.5 milyar lîreyên Tirkî pere jî  xerc kirine ku ev jî dahateke girîng û sereke ye bo vê parêzgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst