Du fermandeyên YPGê di êrişa dronan de canê xwe ji dest dan

26-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berî çend rojan ragihandibû ku  du fermandeyên wan  ên bi navê Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz) û Dogan Amanos (Mehmet Akyol), di êrîşa balafira bêmirov û biçek de cane xwe ji dest dane. Medyaya fermî ya Tirkiyê jî ragihand ku  Mehmet Gurbuz fermandeyê YPGê yê herêma Firatê û Mehmet Akyol jî fermandeyê Eyn Îsa bûye.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê ragihand ku di operasyona MÎTê de 16ê Îlonê herdu fermandeyên YPGê Mehmet Gurbuz ê bi nasnavê Rojhat Karakoçan û Mehmet Akyol ê bi nasnavê Dogan Amanos canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGî jî pêştir ragihandibû ku j ragihand ku di êrîşa hêzên Tirkiyê  ya bi bi balafira bêmirov û biçek a li ser Eyn Îsayê de Fermandar Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya YPGê Rojhat Karakoçan di sala 1980an de li Bakurê Kurdistanê li navçeya Karakoçan a Elezîzê hate dinê û  di temenê biçûk de çû Ewropayê û li wê derê tevlî PKKê bûye û li Kobanî, Minbic, Reqa, Tebqa û Girê Spî beşdarî weke fermande beşdarî şer bûye.

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku Dogan Amanos bi eslê xwe ji Mêrdinê ye, di sala 1979an de li navçeya Îskenderûn ya Hatayê hate dinê û di sala 2005an de tevlî PKKê bûye û di sala 2013an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Li Serê Kaniyê, Minbic, Qadiriye, Mebrûka, Rabîa, Mişêrfa û Ceza beşdarî şerê DAIŞê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst