Li Rihayê li ber qereqolê şerê bi kevir û daran: 7 birîndar

26-09-2020
RÛDAW
Nîşan Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li ser bûyereke trafîkê di navbera du aliyan de li ber qereqolê şerê bi kevir û daran derket û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Herwiha 5 kes jî hatin derdeserkirin ku tevlî bûyerê bûne.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, bûyer li bajarokê Xelîliye ser Cadeya Açiksu qewimiye. Du otomobîlên ku navê şofêrên wan nayê zanîn lihev dikevin. Piştre xizm û kesên wan ji bo gilî bikin diçin Navenda Polîsan a Şehîtlikê.

Li vê derê di navbera xizmên şofêran de nîqaş derdikeve û dawî vediguhere şer. Herçiqas polîs nahêlin şer mezin bibe û bidawî dikin lê 7 kes birîndar dibin.

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de 5 kes hatine desteserkirin û lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst