SILÊMANÎ – Tirkiyeyê dîsa êriş kir!

26-08-2024
Nîşan Tirkiye Êriş Silêmanî Mawet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê gundekî qezaya Mawetê ya Silêmaniyê bombebaran kir.

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku êrişê îro derdora saet 09:00an rû daye.

Kameran Hesen destnîşan kir ku derdora gundê Basnê yê Mawetê hatiye bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ku qaymeqêm dane, ti zerere canî çênebûye.

Tirkiye demên dawiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiyeyê 23yê Tebaxê jî di êrişeke bi dronan de 2 rojnameger kuştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst