Davutoglu: Em dê 5 deriyên sînorî yên nû li gel Herêma Kurdistanê vekin

26-08-2021
RÛDAW
Ahmet Davutoglu, bi serdaneke 3 rojî li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye
Ahmet Davutoglu, bi serdaneke 3 rojî li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye
Nîşan Ahmet Davutoglu Partiya Pêşerojê Şemzînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê dibêje, li derve û navxwe ew dê rêbazeke nû bimeşînin û tekez kir ku ew dê 5 deriyên sînorî yên nû li gel Herêma Kurdistanê vekin.

Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, bi serdaneke 3 rojî li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye. Roja Pêncşemê li bajarokê Şemzînanê ,ligel rîspî û xelkê wî bajarokî civiya. Davutoglu behsa pêkhateya civakî ya Kurd û Tirkan li Tirkiyê kir û got, kes xwedî hêz û şiyana perçekirina Tirkiyê nîne.

Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Pêşerojê, dibêje, “Mezintirîn bajarê di cîhanê de ku Kurd tê de dijîn , weke min got, ne Hewlêr e , ne Diyarbekir e û ne jî Hesekî ye, lê Stenbol e. Tirkiye  ne Iraq e, Tirkiye ne Îran e, Tirkiye ne Sûrî ye. Cudahî ev e, îro Stenbol mezintirîn bajar e li cîhanê ku Kurd tê de dijîn. Li Iraqê binêrin, Kurd  bi giştî li bakurê Iraqê dijîn, li Bexdayê kêm in û li Besre jî , dikarin bêjin najîn. Li Sûriyê binêrin, li bakur dijîn, li Şamê kêm in û li başûr najîn. Li Îranê jî wiha ye. lê li Tirkiyê, Kurd û Tirk li her bajarekî wek goşt û hestî têkelî hev bûne û êdî kes nikare Tirkiyê perçe bike.”

Davutoglu ku berê yek ji wan kesên herî diyar ê AK Partiyê bû û postên wezîrê derve, serokwezîr û serokê giştî yê AK Partiyê birêve birine got, li Tirkiyê dest bi qonaxeke nû dikin û bi rêbaza demokrasiyê şaredariyan bidest dixin û rê nadin desthilata KCKê û qeyuman. Herwiha bi girîngî behsa peywendiyên Tirkiyê ligel welatên cîran û Herêma Kurdistanê kir û got, 5 deriyên sînorî yên nû ligel Herêma Kurdistanê vedikin.

Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Pêşerojê, dibêje, “Bi tu awayekî rê nadin KCKê û rê nadîn qeyuman. Deriyê Sînor ê Esendere emê vekin, du sînorên ligel Iraqê, ne tenê du derî, em dê 5 deriyên nû vekin û ligel Hewlêrê, siyaseta guncandinê ya aborî ku Hekarî, Şirnex, Diyarbekir, bi Kurd û Tirk û Ereb û Turkmenan bi hev ve girê dide û me pêştir bi cîh dianî, dîsan emê berdewamiyê bidin wê siyasetê. Ew peywendiyên ku di çend salên borî de qut bûne, em dê ji nû ve çêbikin.”

Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê  bi serokatiya Ahmet Davutoglu roja 12ê Berfanbara 2019ê  li Enqerê hat damezrandin. Roja 1ê Mijdara 2020ê yekem kongreya xwe ya asayî saz kir. Heta niha li 53 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hemû bajarokên wan ve, rêxistina xwe kiriye û kongreyên liqan jî hatine kirin. Partiya Davutoglu ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ve, mafê beşdarbûna hilbijartinan wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst