Şêwirmendê Erdogan: Ewropa dê baweriya xwe bi Tirkiyê neyne

26-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik derbarê koçberên Efxan de ji medyaya cîhanî re axivî û got ku “derbarê koçberên Efxan de Ewropa de baweriya xwe bi Tirkiyê neyne.”

Şêwirmendê Serokamariya Tirkiyê Îlnur Çevik got wan deriyê xwe bo her penaberekî ji Sûriyê vekir, lê  civaka navdewletî derbarê vê mijarê de zêde alîkariya Tirkiyê nekir, tekez jî kir ku divê civaka navdewletî jî li ser vê yekê bersiva xwe bide ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye. 

Îlnur Çevik dibêje: “Derbarê serederiya bi pêleke nû ya koçberên Efxan dê Ewropa baweriya xwe bi Tirkiyê neyne.” 

Ev gotinên Îlnur Çevik di demekê de ne ku Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan di roja 25ê Tebaxa 2021ê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Tirkiye ji bo pêleke nû ya koçberan ne amede ye û gotibû: “Tirkiye di rewşa niha de zêdetir ji 5 milyon koçber û penaberan vehewandiye û nikarin barekî nû yê koçberan  rakin.”

Recep Tayyip Erdogan got, ew niha bi erênî li peyamên rêberên Talîbanê dinêrin.

Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di hevdîtina bi balyozên welatê xwe re li ser Efxanîstanê axif û got pêvajoya li pêş wan ne bi gotinên Talibanê, dê bi pêngav, çalakî û kiryarên Talibanê diyar bibe.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herî dawî  ragihandbû ku ew dê hemû serbazên xwe yên li Efxanistanê vekişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst