Li Duhokê mala malbateke Qamişloyî şewitî

26-06-2023
Heyder Doskî
Li Duhokê mala malbateke Qamişloyî şewitî
Li Duhokê mala malbateke Qamişloyî şewitî
Nîşan Duhok Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêmêl a Duhokê ya Herêma Kurdistanê mala malbateke ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê şewitî, tenê canê xwe û zarokên xwe rizgar kirin, hemû pere, nasname û kaxezên wan şewitîn.

Li navçeya Sêmêl a Duhokê malek şewitî, agir ji mala kêlekê gihîşte qata duyan û bi temamî şewitî.

Malbateke ji Rojavayê Kurdistanê di mala şewitî de dijiyan. Kavil û bermahî ji ber êgir man. Ji keda 10 salan kavil man. Dayika Mihemed 3 salan wek xwebexş di Dezgeha Xêrxwaziyê Barzanî de kar kiriye.

Jina ku mala wê şewitî Dayika Mihemed xemginiya xwe anî ziman û got, “Me hema dît agir bi jûrê ket, me tenê karibû canê xwe û zarokên xilas bikin. Agireke gelekî mezin bû, her tiştê belge, îqameyên me hemû şewitîn. Daxwaza me ji hikûmetê heye, bila berê mala van camêran çê bikin û paşê alîkariya me jî bikin.”

Du zarokên vê malbatê hene, her tişt şewitiye. Dema ku agir li malê ket bav ne li malê bû. Ew jî nizane zerer û ziyana wan çiqas e. Bi dilekî tijî hesret got, qedera Xwedê ye.

Kesê ku mala wî şewitiye Merwan Îsa jî got, “Bawer bike ev ji min re maye, her tişt şewitî ye, ji keda 10 salan ev maye. Hinek pereyên me hebûn, ew jî şewitîn, qedera Xwedê ye lê ez nizanim zarokên xwe bi ku ve bibim. Em zîvirîne ser sifire wek dema ku em hatin vir.”

Ti cih nemane ku zarokên xwe bibe, biryar dabû di kavila kêleka mala xwe şewitî de bimîne lê cîranan ew birine cem xwe heta ku ji xwe re cihekî bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst