Parêzgarê Şirnexê: Petrola li Şirnexê derketiye 5 qatî ya li Êlihê ye

26-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin
Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin
Nîşan Şirnex Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Şirnexê li ser petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin got, “Petrola li vê derê derketiye 5 qatî li ya Êlihê ye.”

Parêzgarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê Osman Bilgin îro Înê 26ê Gulana 2023an li ser lêgerîna petrolê li wê parêzgehê, bersiva pirsên Nûçegîhanê Rûdawê da.

Osman Bilgin di konferanseke rojnamevaniyê de ku Nûçegîhanê Rûdawê jî amade bû ragihand li seranserî parêzgehê xebatên lêgerîna petrolê hene û li 2 navçeyan bîrên petrolê tên kolandin û rojane 80 tanker petrol ji Batmanê re tê şandin.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin got, “Niha li 8 herêmên Şirnexê kar û xebata dîtina petrol tê kirin. Li 2 herêman jî kar û xebata vekirina bîrên berhemanîna petrolê tê kirin. Ev tê çi wateyê bêjim, îro li hemû çiyayên Şirnexê girêdayî dîtina petrolê kar tê kirin. Bi taybet li Besta, Kato em texmîn dikin ku ji ya li Çiyayê Gabarê zêdetir petrol derbikeve. Tê texmînkirin 5 heta 10 qat zêdetirî petrola Çiyayê Gabarê li wê herêmê derbikeve. Hûn jî dibînin niha em li Gabarê petrolê berhem tînin. Dibe ku hinek kes bawer nekin lê ew ne karê me ye.”

“Şirnexê qalikê xwe şikand, êdî bêkariyê nîqaş nake”

Osman Bilgin her wiha anî ziman, “Niha hûn dikarin bibînin ku rojane 80 tanker petrol ji Êlihê re tên şandin. Ev petrol a 85 milyon welatiyên Tirkiyê ye. Kesên bawer nakin jî dê fêdê jê bibînin. Ji bo ku hinek kes bawer nakin an jî aciz dibin em nikarin karê xwe eşkere nekin. Li vê derê karekî awarte û bi kedeke mezin heye. Em dikarin bêjin Şirnexê qalikê xwe şikand. Êdî Şirnex bêkariyê nîqaş nake. Dê tiştên baş wek werzîş, kar û xebatê nîqaş bike. Petrola li vê derê derketiye 5 qatî li ya Êlihê ye. Îro me karê hebû zêdetir kiriye. Ne rezerve petrol ku îro derketiye 10 qat e. Ji bo em kêfxweşiya xwe ligel we parve bikin me eşkere kir. Em dikarin bêjin di nav bîrekê de 10 qat petrol derketiye.”

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Di roja dawî ya sala 2022an bi giştî ji wan bîran 66 hezar û 639 bermîl petrol hatine berhemanîn. Berpirsên Tirkiyê armanc dikin ku berhemanînê petrola îsal bigihînin rojane 100 hezar bermîlan. Ji bo gihîştina wê armancê jî Şirnexê weke navenda herî girîng dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst