Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

26-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qada Gazê ya Kormorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di êrişa li Qada Gazê ya Kormorê de 4 karmendên Yemenî “şehîd ketine”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Mixabin heta niha 4 karmendên Yemenî şehîd ketine û ziyaneke mezin li qada gazê ketiye ku dê bandoreke berçav li ser kêmbûna elektrîkê bike.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Di dema borî de hewlên baş ji bo baştirkirina sektora enerjiyê û jêrxana aborî ya li Îraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê hatin dayîn.

Di heman demê de ku gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bileztir dibin, destê xerabkar û têkder careke din bi çalakiyeke terorîstî Qada Gazê ya Kormorê kir armanc.”

Piştî êrişê, Qaymeqamê Çemçemalê ji Rûdawê re ragihand ku 3 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Qaymeqamê navçeya Çemçemalê Rimek Ramazan herwiha got, “3 kuştî biyanî ne, di nava birîndaran de Kurd jî hene.”

“Divê ev êrişên dubare werin rawestandin”

Remik Remezan diyar kir ku êrişa dronî saet 18:45an hatiye kirin û lê ne diyar e ku ji ku hatiye avêtin.

Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wezaretan ragihand ku piştî êrişê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Hikûmetê di daxuyaniya xwe de herwiha got:

“Divê ev êrişên dubare werin rawestandin û ji bo dîtina berpirsên vê kiryara terorîstî û darizandina wan û rêgirtina li ber van kiryaran em banga hevahengî û alîkarîya bilez ji dezgehên pêwendîdar ên hikûmeta federal dikin.”

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst