Li Mûşê jiyana ajeldaran zehmettir bûye

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Ajeldarî Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ajeldarên ku li zozanan bûn, ji ber ku berfeke zêde hat û êmê ajelên wan qediya vegeriyan gundên xwe.

Li Mûşê zivistanê rûyê xwe yê dijwar nîşan da.

Di rojên dawî de berfeke zêde bariya û çiya û zozan di bin berfê de man.

Ji bo ajeldaran jî jiyan zehmettir bûye.

Ajaldarên ji gundê Çengiliyê yên li zozanan piştî ku êmê ajelên wan nema ji neçarî vegeriyan gundên xwe û pezên xwe di gomên gund de bi cih kirin.

Xwediyê pez Eyup Omer got:

“Me îro ajelên xwe ji mezraya Omurlarê anîn gund. Kaya me qediya. Di nav berf û mijê de em 6 kîlometreyan meşiyan û di 4 demjimêran de hatin gund.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst