ENKS: Venexwendina Kurdan şaşiyeke mezin e

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan ENKS Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Feysel Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku beşdarnekirina tevgera siyasî ya Kurdan di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de, şaşiyeke mezin e û divê were çareserkirin.

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê 24 û 25ê Sibatê bêyî beşdariya tevgera siyasî ya Kurdan li Şamê hat lidarxistin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif derbarê kongreyê ji Rûdawê re axivî.

“Kurd hatine piştguhxistin”

Feysel Yûsif got, “Piştî rêjîma Esed, me hêviyeke mezin bi Sûriyeya nû ve girêdabû ku Kurd dê di danûstandin û avakirinê de beşeke sereke û çalak bin.

Lê mixabin di kongreyê de tevgera siyasî ya Kurdan hatiye piştguhxistin.”

Feysel Yûsif da zanîn ku berî rûxana desthilata Beşar Esed, Kurdan karî bi xebat û xwenîşandan û berxwedanê, tirsa xelkê ji wê rêjîmê bişkînin û got:

“Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bêyî Kurdan were sazkirin nîşaneyeke xerab e."

Yûsif xwest ku ya rejîma Beasê kiriye dubare nebe û Kurd û ti netew û pêkhateyên din li Sûriyeya nû neyên piştguhxistin.

Li aliyê din 35 partiyên Rojavayê Kurdistanê jî li hemberî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.

35 partî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rexneyên tund li Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê girtin û wan got:

“Ti wate û nirxên encamên vê kongreyê nînin û ti sûd jê nayê wergirtin û rê ji bo çareseriyeke rasteqîn a aloziya welêt çênake.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê  jî rexne li kongreyê girtin û got, “Kongre nûnertiya gelê Sûriyeyê nake.”

Çi bûbû?

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê pêr li Şamê dest pê kir û 2 rojan berdewam kir.

Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer di kongreyê de got:

“Îro Sûriyeyê hûn hemû vexwendine da ku li ser pêşeroja Sûriyeyê bi hev re şêwirê bikin.

Sûriye nayê dabeşkirin. Sûriye bi temamî giştgîr e û hêz di yekbûnê de ye.”

Ehmed Şer her wiha behsa kontrolkirina çekan ji aliyê Şamê ve kir û anî ziman:

“Kontrolkirin û xwedîtiya taybet a dewletê ya ji bo çekan ne destkeft e, berpirsiyarî û peywirdarî ye.”

Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer da zanîn:

“Sûriye ji ber wêrankirina aborî û xizmetguzariyê dinale lewma pêwîstî bi plana bilez û navendî û paşê stratejîk heye.

Li ser me pêwîst e ku em welat li ser bingeha qanûnê ava bikin û rêz jê bê girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst