Li Rihayê mazbataya 5 muxtaran hat betalkirin

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hewag Muxtar Mezbata
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê mazbataya 5 muxtaran hat betalkirin.

Qeymeqamtiya Hewagê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li navçeyê mazbataya 5 muxtaran hat betalkirin.

Di daxûyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Lijneya Bilind a Hilbijartinan tespît kiriye ku beriya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an derbarê muxtarên taxên Aylan, Karacaoren, Karakaş, Koçveran û Narsaidê biryara mahkumiyetê hebûye û ji ber vê yekê jî mazbata her 5 muxtaran hatiye betalkirin.

1ê Hezîrana 2025an hilbijartin dê dîsa bên kirin.”

Beriya çend rojan li ser medyaya civakî hatibû belavkirin ku Qeymeqamtiya Hewagê 6 muxtar ji kar dûrxistine lê sedema wê nehatibû diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst