Şandeyeke bilind a Brîtanyayê çû Rojavayê Kurdistanê

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Brîtanya Rojavayê Kurdistanê Ann Snow
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Sûriyeyê Ann Snow bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re civiya.

Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya Sûriyeyê Ann Snow û şandeya pê re çû Rojavayê Kurdistanê.

Şandeya Brîtanyayê li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan.

Mezlûm Ebdî derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî got, "Ez kêfxweş bûm ku min pêşwaziya nûnera Brîtanyayê ya Sûriyeyê Ann Snowê kir.

Me li ser çend mijarên têkildarî paşeroja Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terorê gotûbêj kir.

Me girîngiya hevkariya xwe ya ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê dupat kir.

Em li bendê ne ku ji bo çareseriyeke siyasî ya adil û domdar diyalog berdewam bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst