Hewlêr (Rûdaw) - Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.
Her wiha zemîna guftûgo û pêşniyarên çareseriyê ji bo rewşa Sûriye, Tirkiye, Îraq û herêmê diafirîne, li gel derfetan ji bo çareserkirina “pirsgirêka Kurdan” li her çar welatan.
Di her sê rojên forumê de, 13 panel û 18 hevpeyvînên taybet dê bên kirin, serokên ji Îraq, Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û welatên herêmê amade dibin.
Di vê forumê de 90 panelîst û gotar hene. Ji derveyî Herêma Kurdistanê 140 mêvan beşdar dibin.
Berpirsên partiyên Tirkiyeyê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, berpirs û serkirdeyên Îraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Îraqê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî beşdarî dibin.
Ji nûnertiya welatan jî 8 balyoz û 21 konsulên welatên cihê amade dibin.
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn saet 10:00ê sibehê dest pê kir.
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî dê gotara vekirina forumê pêşkêş bike.
Li forumê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî dê axaftinên xwe pêşkêş bikin.
Her wiha dê axaftina vîdeoyî ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî were pêşkêşkirin.
Di forumê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re guftûgoyeke taybet bê kirin.
Her wilo dê dehsa dîtina Herêma Kurdistanê ya ji bo serdema nedilniyayiyê, bandora hevgirtin û jihevveqetînên herêmî ya li ser Kurdistanê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse