Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyek îro piştî nîvro li Zaxoyê di teqînekê de birîndar bû.
Fermandarekî Pêşmergeyan ji Rûdawê re da zanîn ku ew Pêşmerge ji erkê xwe vedigeriya malê û birîna wî sivik e.
Wî fermandarî diyar kir ku ew heta niha nizanin bê ma bombe pê de taqiyaye yan jî bi awayekî din birîndar bûye.
Hat zanîn ku navê Pêşmergeyê birîndar Casim Mihemed Ebdulqadir e û ew 50 salî ye.
Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd diyar kir ku teqîn saet 12:30î li nêzîkî xaleke Parêzvanên Sînoran ên Îraqê çêbûye.
Li gorî agahiyên ku Xerîb Mecîd ji berpirsekî bilind ê Pêşmergeyan wergirtine, “Tiştek ketiye xwarê lê ew jî nizanin çi ye.”
Pêşmergeyê birîndar li Nexweşxaneya Zaxoyê tê dermankirin.
Berdevkê Saziya Tenduristiyê ya Zaxoyê Emîr Elî ji Rûdawê re da zanîn ku rewşa wî ya tenduristiyê “gelekî baş e.”
#VÎDEO - Li gundekî Zaxoyê teqînek çêbû, Pêşmergeyek birîndar bû pic.twitter.com/Kq1yhjREJV
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 26, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse