Amed (Rûdaw) - Li Amedê di bin pêşengiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve, Tora Şopandina Kar û Barên Şaredariyan hat avakirin.
Torê civîna xwe ya yekemîn bi nûnerên 110 saziyên sivîl re pêk anî.
Di civînê de hevşaredar, akademisyen, nivîskar, aktivîst û karsazan jî cih girt.
Her wiha ji neteweyên yekbûyî jî nûnerek beşdarî vê civînê bû û gotarek pêşkêş kir.
"Li Tirkiyeyê modeleke Tora Şopandina Kar û Barên Şaredariyan tune"
Serokê DÎTAMê Mesûd Azîzoglu got, "Tu rastiyê bixwazî li Tirkiyeyê modeleke Tora Şopandina Kar û Barên Şaredariyan tune. Me ev model çêkir.
Em dibêjin ev dê bibe modeleke mînak. Armanca me ya sereke ew e ku saziyên sivîl û şaredariyan bînin ba hev û bi biryarên hevpar xizmetê bikin."
Nûnerekî Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) jî beşdarî civîna DÎTAMê bû.
Li gorî wê saziya navneteweyî, eger şaredarî guh bidin raporên wan ew dê xizmeteke baş ji xelkê re bikin.
"Şaredarî çi qasî têkiliyan bi saziyan re deynin dê ew qasî projeyên baş çêkin"
Şêwirmendê Teknîkî yê Sereke yê UNDPyê yê Tirkiyeyê Muhyedîn Sîrer wiha anî ziman:
"Ji bo ku perwerdeya dijîtal bidin ciwanan, em li vê derê navendeke perwerdeyê ava dikin.
Amed tenê ji 45 şaredariyan yek e ku em pê re hevkariyê dikin.
Hevkarî çi qasî bi pêş bikeve, şaredarî çi qasî karibin bi saziyên sivîl re û saziyên navneteweyî re têkiliyan deynin û hevkariyê ava bikin dê ew qasî projeyên baş çêkin û xizmeteke baş bikin."
Di civînê de kar û barên 10 mehan ên şaredariyên li Amedê hatin nirxandin.
Hevşaredar jî bi tîmên xwe yên burokratîk amade bûn, rexne û pêşniyarên beşdaran yek bi yek nivîsandin.
"Bila me rexne bikin û kêmasiyên me rû bi rû bibêjin"
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn wiha axivî:
"Bila me rexne bikin û kêmasiyên me rû bi rû bibêjin. Tiştên erênî jî çi heye bila bibêjin.
Em jî bi endamên meclisa xwe re, bi burokratên xwe re amade ne.
Em wekî şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan hemû têbiniyên xwe jî digirin.
Bi gelemperî em bawer in ne tenê ji bo şaredariyan û ji bo DÎTAMê, ev civîn ji bo gel jî baş e."
Tora Şopandina Kar û Barên Şaredariyan eger karibe, dê ji 3 mehan carekê civînên wiha berfireh li dar bixe û xebatên ku hatine kirin binirxîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse