Serok Barzanî: Em piştgiriyê didin destpêkirina danûstandinên Îraq û Amerîkayê

26-01-2024
Nîşan Îraq Amerîka Rêkeftin Serok Barzanî Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî ragihand ku ew piştgiriyê didin destpêkirina danûstandinên Îraq û Amerîkayê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Wezareta Parastinê ya Îraqê da zanîn ku her du welatan lijneyeke bilind a leşkerî ava kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ev lijne ji bo “şirîkatiyeke ewlehiyê ya dualî” dê bi taybetî li ser guherîna xwezaya pêwendiyên Îraq û Amerîkayê bisekine.

Li gorî rêkeftinê, Amerîka û Îraq dê di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Ofîsa Barzanî daxuyand ku Serok Barzanî piştigiriyê dide destpêkirina danûstandinên Îraq û Amerîkayê yên ji bo dariştina pêwendiyên wan.

Li gorî daxuyaniyê Serok Barzanî di çarçoveya “mijarên leşkerî û ewlehiyê yên ji têkoşîna bi terorê re”, “parastina ewlehiya welêt ji êrişên derve” û “ewlehî û selametiya Herêma Kurdistanê” de piştigiriyê dide destpêkirina danûstandinê.

“Diyalog yekane rêya rast e”

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya diyalogê jî got:

“Ji bo pêwendiyên hevseng ên di berjewendiyên hevpar ên Îraq û Amerîkayê de, diyalog yekane rêya rast e.”

Li aliyê din, Pentagonê jî ragihand ku ji bo guhertina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê bernameyeke demkî tê danîn.

Pentagon destnîşan kiribû ku ew dê di rojên pêş de bi Îraqê re dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de bi başî nirxand û piştgirî dayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst