Alimê Kurd Mela Husnî Hezîn wefat kir

26-01-2022
RÛDAW
Nîşan Mela Husnî Hezîn Alimê Kurd Kurdî Medrese Farisî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alimê Kurd ê bi navûdeng Mela Husnî Hezîn, duh, 25/01/2022, bi sedema nexweşiya Coronayê li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.

Cenazeyê Mela Husnî Hezîn îro, 26/01/2022, piştî nîvro bi beşdarîya bi sedan dost û hezkiriyên xwe li Goristana Ihlamurkuyu ya Stenbolê hat veşartin.

Seydayê Mela Husnî; alim, arif, xelîfe, nivîskar, edîb û mileterwer bû. Kesayetekî berhemdar bû û bi dehan kitêb li pey xwe hiştin.

Mela Husnî Hezîn berhemên xwe bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî nivîsîne û d adebiyata Farisî de jî şarezatîya wî baş hebû.

Alimê Kurd hem dersa kitêbên medreseyê dida feqîyan, hem dersa kitêbên Farisî yên wek Dîwana Hafizê Şîrazî, Gulîstana Se‘edê Şîrazî û Mesnewîya Mewlana Celaddînê Romî dida feqî û akademîsyenan, hem jî nivîskarî dikir.

Mela Husnî Hezîn gelek girîngî bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî dida. Li ser hejarî û perîşaniya gelê xwe gelek dilşewat bû û nasnavê xwe ji kiribû ‘Hezîn’. Wî ev helwesta xwe bi berhemên xwe yên Kurdî yên zêrîn jî çespandiye û peyitandiye.

Mela Husnî Hezîn

Mela Husnî Hezîn; sala 1943yan, li gundê Tûmikê ê ser bi navçeya Gêxiyê ya Çewlîgê ve ji dayik bû. Xwendina sereta li cem bavê xwe Feqî Zeynel xwend. Di 7 saliya Hezîn de bavê wî wefat dike. Li ba Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî, Mesût Efendî, Şêx Muhyeddînê Şêx Mesûm, Xelîlê Qizilparê û Caferê Balekî xwendina xwe didomîne. Paşê diçe SûrIYê. Li Wê derê di medreseya Şêx Ehmedê Xezna de li cem Şêx Mûhemmed Masûm, Şêx Eleddîn, Şêx Îzeddîn, Mela ‘Ebdullahê Muderris û Şêx Mûhemmed ‘Erebkendî dixwîne.

Seyda piştî ku ji SûrIYê vedigere, li gelek gund, bajarok û devaran seydatî û melatiyê dike. Seyda, li gundê Kamrûdê digel melatiya xwe, di medreseya xwe de dersê jî dide. Gelek feqî li ber destê wî dixwînin û dibin xwedî bawernameya ‘ilmî. Hin ji wan ev in; Îbrahîmê Mûşiyê Muderîs, Mele Îbrahîmê Xelaniyê Waîz, Mele Ebdurehîmê Terbesanî, Mele Şîrîn, Mele Xalidê Perxengukî, Mele Qasimê Vasenî, Mele Muhemmed Zahid, Mele Muhemmed, Mele Muhemmed Rayîf, Mele Mustefayê Perxengukî, Şehabeddînê Çanî, Ebduselamê Şadî, Mele Elî, Mele Îsmet û Hecî Kemalê Hoçî.

Di derbeya leşkerî ya 1980yan de, gelek zor û zext li ser medreseyên Kurdan tê kirin. Mela Husnî jî, du salan pirtûkên xwe di axûr û afirên heywanan de vedişêre.

Ew wan rojan wiha şîrove dike:

“Di înqilaba sala 1980yî de zilmeke zedê li ser gelê Kurd çêbû û kudand. Tenê Çewligê 25 medrese hatin girtin. 50 mele rakirin çiyê, dûre bê xêr riza wan şikandin. Feqî belav kirin… Lewra pirtûkên bi xetên ‘erebî wekî ‘efyon û esrarê bûn… Hucre bi neyarê ‘ilm û dîn û exlaqê tijî kirin. Hin ji muderîsan avêtin zîndanan. Tê de hişê xwe wenda kirin. Pirtûkên tefsîr, hedîs û fiqhê jî avêtin ber nigan, pê lê kirin…”

Seyda di sala 1987an bar dike diçe Stenbolê. Ji wê rojê û heta roja wefata xwe, li Stenbolê bi îrşad, xwendin, nivîsandin û dersdayînê mijûl bû. Seyda temenekî pir bi bereket û bi adan derbas kir. Gelek xwendekar perwerde kirin, gelek berhem nivîsandin. Berhemên wî hem ‘ilmî, hem îlmîhalî, hem hikemî ne.

Berhemên alimê Kurd

Bi qasî tê zanîn 22 berhemên Seyda hene. Ji van 10 Kurdî, 4 Tirkî û 8 jî Erebî ne. Ji van berheman 15 heb weşiyane. Ligel alimbûn û nivîskariya Seyda ew şairekî klasik ê Kurd bû jî. Bi şêweya klasîk, dîwaneke wî ya dewlemend heye. Dîwana xwe bi Kurdî nivîsiye û li ser dîwana wî tezeke masterê hatiye amadekirin.

Herî dawî seyda mijûlî tefsîra Quranê bû. Li gor agahiyan, Seyda heta Sûretê Maîde tefsîra xwe nivîsandibû. Di nava projeyên Seyda de, şerha diwana Melayê Cizîrî jî hebû.

Bi Kurdî bi navê Guldan berhemeke wî çap bûye ku di şêweya Gulîstana Se’dîyê Şîrazî de ye. Yek jî bi navê Lalezar nivîsandiye ku şîroveya gotinên pêşîyan e û biryar e di nêz de çap bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst