Karwanekî alîkariyên mirovî ji Almanyayê gihişt Rojavayê Kurdistanê

25-12-2023
RÛDAW
Karwaneke alîkariyên mirovî ji Almanya gihişt Rojavayê Kurdistanê
Karwaneke alîkariyên mirovî ji Almanya gihişt Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Dr. Ekrem Nesan Alîkariyên Tenduristî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dr. Ekrem Nasan ê ji Efrînê, ji Almanyayê bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karwanekî alîkariyên mirovî gihand Rojavayê Kurdistanê.

Bijîşkê Kurd Dr. Ekerem Nasan li Almanyayê dijî û zêdeyî 40 salan e wekî bijîşkekî hawarçûnê li dinyayê digere, xelkê derman dike û navendên tenduristiyê ava dike.

Dr. Ekerem Nasan pêştir çûye Rojavayê Kurdistanê alîkariyên tenduristî pêşkeş kirine.

Wî di van rojên nexweş de careke din alîkariyeke baş gihande Rojavayê Kurdistanê.

Ew alîkariya bi rêya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi deriyê Sêmalkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Alikariya ku  Dr. Ekerem Nasan şandiye radestî Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Di nav wan alîkariyan de, derman, kelûpelên bijîşkî, jeneretor, cilûberg, betanî, pêdiviyên zarokan hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst