Nêçîrvan Barzanî: Em dê li dijî her cure tundûtûjiya hemberî jinan rawestin

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Hemberî Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand:

“Di vê rojê de em hemû jinên ku ji ber zayend û cudahiya xwe rastî zextan hatin û canê xwe ji dest daye bi bîr tînin. Ti tişt nikare êşa mezin a malbat û dayik û bavên van mexdûran bîne cih.

Take aramiya wan ew e ku em hemû bi hev re bixebitin da ku edalet ji bo mexdûran cihê xwe bibîne.

Her wiha em rêzê li rola jinên têkoşer, mamosteyên olî û hemû kesên ku bi her awayî ji bo baştirkirina rewşa jinan dixebitin digirin.”

Neteweyên Yekbûyî roja 25ê Çiriya Paşînê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan destnîşan kir.

Di vê rojê de li seranserî cîhanê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.

Barzanî di peyama xwe de herwiha anî ziman:

“Bi vê minasebetê em soza xwe dubare dikin ku bi îradeyeke xurt û cidî em dê li dijî hemû tundûjiya hemberî jinan û mafên wan têbikoşin.

Em dê di hevahengî û xebata li gel aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, Îraq û qada navdewletî de berdewam bin.

Em dê ti carî dest ji xebatên avakirina civakeke azad, dadmend û wekhev bernedin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst