Alîkarê Bahçelî li ser PKKyê axivî: Te 40 salî têkoşîn kiriye û heta bi cihekî aniye

3 demjimêr berê
Nîşan MHP Devlet Bahçelî Yaşar Yildirim PKK Têkoşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Yaşar Yildirim li ser PKKyê got, “Te 40 salî têkoşîn kiriye û heta bi cihekî aniye lê tu nikarî bi çekan ancamê bistînî.”

Partiya Tevgera Netewperest (MHP) li Xarpêta Bakurê Kurdistanê civînek li dar xist ku teşkîlatên Xarpêt, Çewlîg û Meletiyê yên MHPyê beşdarî bûn.

Yaşar Yildirimê Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civînê de axivî.

“Te 40 salî têkoşîn kiriye”

Yaşar Yildirim diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 40 salî têkoşiyaye û têkoşîn heta bi astekê aniye û li pey çû:

“Te 40 salî têkoşîn kiriye û heta bi cihekî aniye lê tu nikarî bi çekan ancamê bistînî.

Wî çaxî tu dê ji bo siyasetê vexwînî. Divek yek vexwîne.

Dê yek ji bo vê vexwîne, ‘Çekan daynin, teslîm bibin. Li bin alayekê, li welatekî, li dewletekê bijîn, em dê jî tiştê pêwîst bikin.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî meha borî gotibû bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û PKKyê tesfiye bike.

Yaşar Yildirim ev axaftina Bahçelî bi bîr anî û got:

“Devlet Bahçelî jixweremere tiştekî nabêje. Dewletparêziya wî, hezkirina wî ya ji bo dewletê û welêt nayê nîqaşkirin.”

“Em neçar in ku yekîtiya me hebe”

Alîkarê Bahçelî behsa şerê li Xezeyê û şerê li Ukraynayê jî kir û wiha axivî:

“Tu di nava şeran de yî. Ji ber wê jî em neçar in ku yekîtiya me hebe. Nabe ku li hundir teror û çalakiyên terorê hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst