Îranê ji Encûmena Asayîşê daxwaza bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê nameyek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî re şandiye û gotiye, ti çareya wê ji bilî parastina xwe nemaye û daxwaz dike partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bêne bêçekkirin.

Nûnertiya Tehranê yê Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê 24ê Mijdara 2022an di nameyekê de ji Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî re got, “Îranê vê dawiyê çend operasyon li dijî komên têrorîst li bakurê Iraqê pêk anîn, ji ber ku neçar ma mafê xwe yê xwezayî yê berevaniyê bi kar bîne, di çarçoveya qanûnên navneteweyî de ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî.”

Medyaya fermî ya Îranê belav kiriye ku tê de tê gotin, “Grûpên terorîstî vê dawiyê çalakiyên xwe zêde kirine û bi qaçaxî hejmareke zêde ya çekan derbasî Îranê kirine bi armanca pêkanîna operasyonên terorîstî.”

Roja 16ê Îlona 2013ê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve li hundir û derveyî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû sedema xwepêşandanan.

Rayedarên Îranê partiyên Kurdî bi destwerdan û piştgirîkirina xwepêşandanan tohmetbar dikin.

Tehranê di nameyê de got, “Ew xaka Iraqê ji bo plandanîn, piştgirî, rêxistin û pêkanîna tevgerên xwe yên li dijî Îranê bi kar tînin.”

Tehranê her wiha di nameya xwe de daxwaz dike, “Berpirsên kiryarên terorîstî ji aliyê dadgehên Îranê ve werine darizandin, navendên biryardayînê yên grûpên terorîstî û kampên wan ên perwerdeyê bên girtin û komên çekdar li bakurê Iraqê bên bêçekkirin.”

Di nameya xwe de, Îranê gotiye ku ew rêzê li ewlekarî û aramiya Iraqê digirin û pabendî serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ne.

Fermandeyê Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr roja Sêşemê 22ê Mijdara 2022an ragihand ku qonaxa nû ya operasyonên li dijî çeper û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst