Serokê Şaredariya Qoserê hate binçavkirin

25-11-2016
RÛDAW
Nîşan MÊrdîn Qoser Şaredarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Şaredariya Qosera Mêrdînê Îslaîl Asî ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

 

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê birêve dibe, duh polîsan li şaredariya Qoserê lêgerîn pêkanî bû û 4 kes desteser kiribû.

 

Di heman demê de duh li mala Serokê Şaredariya Qoserê Îsmaîl Asî jî lêgerîn hatibû kirin lê Asî îro hate binçavkirin.  

 

Polîsan ji bo lêpirsînê Îsmaîl Asî birin Rêveberiya Ewlekariyê.

 

Beriya niha jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hatibû binavkirin û dadgehê biryara girtina wî dabû.

 

Hejmara qeyûman bû 36

 

Ji 11ê Îlonê heta niha, 3 jê bajarên mezin, 5 bajêr, bi giştî 36 şaredariyên Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP), bi qeyûman ji destê vê partiyê hatine derxistin. 

 

Di hilbijartinên şaredariyan ên 30ê Adara 2014ê de DBPê 102 şaredarî bidest xistibûn. Piştî hilbijartinan 4 şaredarên din beşdarê vê partiyê bibûn û hejmar bibû 106 şaredarî.

 

Di çarçoveya lêpirsîna endamtiya KCK/PKKê de hikûmeta Enqerê qeyûm danî ser 36 şaredariyan.

 

Şaredariyên bajaran ên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Dêrsim û Batmanê ew şaredarî ne ku qeyûm danîne ser.

 

Niha şaredariyên bajarê Agirî û Bidlîsê di destê DBPê de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst