YPJ: Jiyana şervana me ya êxsîr di xeterê de ye

25-10-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
 Fermandariya Giştî ya YPJê piştrst kir, ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî ketiye destê çekdarên Tirkiyê.
Fermandariya Giştî ya YPJê piştrst kir, ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî ketiye destê çekdarên Tirkiyê.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê YPJ HSD Çarenivîsa Rojava Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya YPJê piştrst kir, ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û diyar kir, ku jiyana şervana wan di metirsiyê de ye û tekez kir, civaka navdewletî di ber silametî û parastina jiyana wê şervana Kurd de berpirsyar e.

Fermandariya Giştî ya YPJê derbarê êxsîrkirina Çîçek Kobanî de daxuyaniyek belav kiriye û amaje bi wê yekê kiriye, ku li derdora bajarokê Eyn Îsa piştî êrîşeke hêzên Tirkiyê, şervana wan a bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî û di dema agirbestê de, êxsîr ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve.

Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema êxsîrkirina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanê belav kirine. Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.

Hejmarek çekdarên din jî li derdorê wê şervana YPJê tên dîtin ku weke bêrêzî û bi henekan peyvên wek “Rojava”, “Her Bijî Rojava” dubare dikin.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî jî tê bihîstin, ku amaje bi şervana Kurd Çîçek Kobanê dike û dibêje, “serjê bikin.”

Tevî ku dîmenên vîdyoyî yên êxsîriya wê şervana Kurd li ser sosyal medyayê belav bûne, lê belê niha çarenivîsa wê şervanê nayê zanîn.

Fermandariya Giştî ya YPJê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di êvara 21’ê Cotmehê seat 21:00an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker, êrişî gundê Mişrefa yê girêdayî Eyn Îsa dikin. Di encama vê êrişê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de diqewime. Rêhevala me Çîçek Kobanê, di lingê xwe de birîndar dibe û bi birîndarî dîl dikeve destê çeteyên Erdogan.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, di demekê de ev êrîş hatiye kirin, ku dema agirbestê bi dawî nebûbû û tekez dike, Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve ji êrîşî berpirsyar in, û şervanan tenê berevanî kirine.

Fermandariya YPJê hişyariyê dide, ku jiyana Çîçek Kobanê di xeterê de ye û berpirsatiya parastina jiyana wê dixe stuyê civaka navdewletî û daxwaz dike, bi awayekî bilez destwerdan bê kirin û fişar li Tirkiyê bê kirin, daku ev şervan were berdan.

YPJ herwiha daxwaz ji jinên cîhanê dike, li hemberî wan binpêkirinan bêdeng nebin ku li Rojavayê Kurdistanê di derheqê jinan de tê kirin, bi taybet ewên ku singê xwe dane ber gulleyan ji bo parastina mafên mirovan û serweriya axa xwe.

YPJ destnîşan dike: “Hevala me Çîçek bi awayekî birîndar, niha dîl di destê çeteyên dewleta Tirk da ye. Jiyana wê di bin xeteriyeke mezin da ye. Em ji hemû cîhanê re dibêjin, jiyana ev keça ciwan di bin tehdîdekî mezin da ye. Ev dîmena hovane ya çeteyan belav kiriye, vê rastiyê bi awayekî herî vekirî radixe ber çavan. Ev kiryarên qirêj di encama polîtîka û hevpeymaniya di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de ye. Li ser wê bingehê em dibêjin bi lezgînî destwerdanek ji aliyê civaka navnetewî ve pêwîste were kirin. Em bang li hemû jinên cîhanê û saziyên mafê mirovan ê navnetewî dikin, bila ji vê hovîtiya çeteyên dewleta Tirk re dengê xwe bilind bikin. Bêdengiya li hemberî van kiryarên dûr ji exlaqê mirovahiyê, hevkariya herî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Pêwîst e li hemberî vê zilmê û rêbazên ku şikandina rûmeta jinan dike hedef, hemû jin rabin ser piyan û dengê xwe bikin yek.”

Li gor daxuyaniyê, Fermandariya Giştî ya YPJê dibêje, “Çîçek li Kobanê ji dayik bûye û di şerê li dijî DAIŞê de û bo parastina welatê xwe beşdar bûye.”

Sê roj berî niha jî çekdarên ser bi Tirkiyê ve bêrêzî bi cenazeyê şervaneka Kurd û çend şervanên din kiribûn.

Roja Sêşemê 22ê Cotmeha 2019an, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Brîtanyayê ye, vîdyoyek weşand ku têde çekdarekî bi ridîn li kêleka çend çekdarên din derdikeve ku xwe weke “Mucahidên Feyleqa el-Mejd”, “Cîhadiyên Mecîd “didin naskirin, ku çendîn caran dirûşmên weke “Ellah û Ekber” (Xwedê Mezin e) dibêjin.

Çekdarekî vê grûpa ser bi Tirkiyê ve, ku bi xwe mijûlî tomarkirina vîdyoyê ye, di vîdyoyê de dibêje, “ew cenazeyên berazên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û partiya PYDê (Partiya Yekîtiya Demokratîk ) ne, ku li bin piyên mucahidên Feyleqa el-Mecd in.”

Di vîdyoyê de herwiha hejmarek çekdarên heman grûpê tên dîtin ku li tenişt cenazeyê şerevaneka Yekîneya Parastina Jinê (YPJ), ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), rawestiyane û çekdarek piyê xwe li ser cenaze datîne û bêrêziyê dike û dibêje, “ew niha li bin piyên me ye.”

Tirkiyê roja 9ê Cotmehê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de kir. Ji destpêka êrîşan ve heta niha zêdetir ji 300,000 kes aware bûne û zêdetir ji 200 kesên sivîl jî di êrîşên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve hatine kuştin.

Tirkiye, şervanên Kurd ku bo dema çend salan di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên Amerîkayê bûn, weke terorîst bi nav dike û dibêje, ew dê wan hêzan ji navçeyên sînorî bi kûrahiya 32 kîlometran dûr bike.

Komên çekdar ên Sûrî ku di êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê de beşdar in, bi awayekî ciddî bi encamdana “tawanên şer li dijî welatiyên sivîl” hatine tohmetbarkirin. Niha zêdetir ji 100 gund û herdu bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê, Serê Kaniyê û Girê Spî di kontrola wan çekdaran û artêşa Tirkiyê de ne.

Her ji destpêka derbasbûna wan hêzan bo nav Girê Spî û Serê Kaniyê û gundên derdora wan bajaran ve, çekdarên ser bi Tirkiyê ve dest bi talankirina mal û milkên welatiyên Kurd, Kirîstiyan û Ereb kirine, bi taybet li Serê Kaniyê ku çekdaran navê xwe li ser dîwarên hejmarek ji malên welatiyan nivîsandine û weke milkê xwe diyar kirine, di demekê de ku xwediyê wan mal û milkan ji ber êrîşa wan çekdaran û artêşa Tirkiyê koçber bûne.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve di 12ê Cotmehê de jî siyasetvana Kurd û çalakvana mafên jinan Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Eyn Îsa û Qamişloyê de, piştî îşkencekirinê kuştin.

Li gor raporta otopsiyê, Hevrîn Xelef ji pora xwe ve hatiye kişandin, ku bûye sedem çermê serê wê şeq bibe, herwiha piyê wê şikestiye berî ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve were gulebarankirin.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (UN) û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û encamdana “tawanên şer” şermezar kirine.

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî roja 15ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Dibe ku Tirkiye weke dewlet, ji ber binpêkariyên ku komên çekdar ên ser bi wî welatî ve encam didin, berpirsyar were dîtin, heta wê demê ku Tirkiye bi awayekê pratîkî kontrol li ser wan koman heye, yan operasyona ku ew binpêkarî di dema wê de hatine encamdan, berdewam be.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê Amnesty Ineternational, Kumi Naidoo jî roja 18ê Cotmehê ragihandiye: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyê û hevpeymanên wê bi awayekî ciddî û bêşermane li hember jiyana welatiyên sivîl xemsar bûne”, û bûne gef li ser jiyana wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst