Li Serê Kaniyê ciwanek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

23-06-2023
Loloxan
Nîşan Serê Kaniyê Rojava Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê teqe li hejmarek kesan kirine ku hewl dane sînor derbas bikin û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birînda bûne.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xwesaer, roja Pêncşemê 22ê Hezîranê li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, ku niha di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûrî ya girêdayî Tirkiyê de ye, cendirmeyên Tirkiyê gule berdane hejmareke sivîlên Sûrî.

Hatiye ragihandin ku wan kesan dixwestin derbasî aliyê din ê sînor bibin, lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê nedane û teqe kirine. Di encama guleberana hêzên Tirkiyê de, ciwanê bi navê Ebdulkerîm Xoce canê xwe ji dest daye û sê kesên din jî birînda bûne.

Nasnameya kesên birîndar hêj nehatiye zanîn.

Li gor agahiyan, piştre xelkê navçeyê bi hawara wan kesan ve çûne, ciwanê kuştî û her sê birîndar veguhestine nexweşxaneya bajarê Serê Kaniyê.

Roja 15ê Hezîrana îsal jî, li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzênTirkiye gule berdabûne hejmareke sivîlên Sûrî, di encam de jinek û ciwanek birîndar bûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst