Serok Barzanî: Silav li wan kesên xwe neçemandin

25-09-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Referanduma Kurdistanê Serxwebûn Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand: “Di vê roja pîroz de, sialv û rêz û pêzanînên min hene ji bo hemû wan kesên ku xwe neçemadin û xwe naçemînin.”

Îro Çarşemî 25ê Îlona 2019an, du sal di ser lidarxistina referanduma serwebûnê ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê, derbarê duyemîn salvegera referanduma Başûrê Kurdistanê de peyameke kurt belav kiriye û tê de ragihandiye: “Di vê roja pîroz de, silav û rêz û pêzanînên min hene ji bo hemû wan kesên ku xwe neçemadin û xwe naçemînin, û çavê hemûyan maç dikim.”

Du sal beriya niha, di 25ê Îlona 2017an de, piştî biryara serkirdatiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê, referanduma serxwebûnê li piraniya parêzgeh û navçeyên Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî yên li Mûsilê hate encamdan.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi rêjeya %92,7 dengê Erê dane serxwebûnê û piştgirî li serxwebûnê û damezrandina dewleta Kurdistanê kirin.

Du sal berî niha, beşek ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li gel lidarxistina referandumê nebûn, lê belê di roja dengdanê de piraniya serkirdeyên wan partiyan çûne ser sindoqên dengdanê û dengê Erê bi kar anîn.

Bizava Nivşê Nû ku wê demê hêj weke partî nehatibû damezrandin, wê demê bi awayekî fermî kempînek li dijî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihandibû û ji bo wê yekê televîzyonek taybet vekiribû.

Serok Mesûd Barzanî berî encamdana referandumê, li Hewlêrê ragihandibû: “Kurd dixwaze bi Iraqê re bibe cîranekî baş” û tekezî li mafê xelkê Kurdistanê, bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe kiribû.

D gotara xwe ya dawî de, ku li Hewlêrê û di mîtînga mezin a Hewlêrê de pêşkêş kiribû, Barzanî derbarê referandumê de gotibû: “Ev mijar di destê min û partiyan de nemaye û xelkê Kurdistanê dixwazin vê biryarê bidin û çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst