Elî Bapîr: Pêwîst e peymana Lozanê were hilweşandin

25-09-2015
RÛDAW
Nîşan Elî Bapî Komela Îslamî KNK Brûksel Syks-Picot Lozan Severe
A+ A-

Brûksel (Rûdaw) – Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr ragihand: Cîranên me kurdan zordariyê li me dikin, lê belê pêwîst e em bizanin peymana Syks-Picot em wisa girê dane. Bapîr herwiha dazwaz kir, peyaman Lozanê were hilweşandin.

  

Îro 25ê Îlona 2015an 15mîn kongreya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belîjkayê, Brûksel, dest pê kir û nûnerên partiyên her 4 parçeyên Kurdistanê û çend kesatî û rewşnbîr tevlî kongreya KNKê bûn.

 

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr jî beşdarî di 15mîn kongreya KNKê de kiriye û di kongreyê de axavtinek pêşkêş kir.

 

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê di axavtina we de ragihand, Gelên cîran û yên derdora gelê kurd, kurdan weke bindestê xwe temaşe dikin û tekez kir: “Gelê kurd jî her wek gelên fars, ereb û tirk xwediyê maf e.”

 

Elî Bapîr ragihand: “Ew zordariya ku li gelê kurd hatiye kirin, gelên cîran jî tê de beşdar in, lê belê pêwîst e em wê ratsiyê jî bizanin ku em bi Syks-Picot hatine girêdan û çawan ku pêwîst e em gazindan li cîranê xwe bikin, wisa jî gerek me gazindan li welatên avakirê Syks-Pickotê hebe.”

 

Elî Bapîr behsa şoreş û xebatên kurdan li her 4 parçeyên Kurdistanê kir û da xuyakirin ku li her 4 aliyê welat xebat heye û niha bi taybet li 3 parçeyên Kurdistanê, li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê rewşek taybet hatiye pêş.

 

Bapîr di vê bareyê de got: “Niha derfetek baş ji me e çê bûye. Li hemû parçeyên Kurdistanê em dizanin xebat heye û em dizanin zordariyek zêde heye ji aliyê welatên Îran û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd. Her çiqas Beşar Esed niha xwe asê bûye û em hêvîdarin bi zûtirîn dem ew jî wek dîktatorên din nemîne û hikûmeta wî bê rûxandin.”

 

Bapîr bang li Kurdan û partiyên siyasî yên kurdî kir ku yekdeng û yekgirtî bin û xwe li ser hev ferz nekin û tekez kir ku eger kurd yekdeng û yekrêz û bi hev re teba û xwedî tifaq bin, dê li cîhanê jî rêzê nîşan bide.

 

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê herwiha destnîşan kir: “Berpirsên Amerîka û welatên mezin ên cîhanê di civînan de ji me re gotine, eger hûn bi xwe ligel hev yekrêz bin, hinge destê me jî vekirîtir dibe bo alîakrîkirina we.”

 

Elî Bapîr rexne li siyaseta xwesepandinê girt û ragihand: “Nabe hest bi meznatiyê di ti aliyekê de hebe û nabe kes xwe wek wekîlê aliyên din, kesekî din û kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bibîne û mafê ewên din binpê bike. Nabe ti alî li cihê parçeyên din biryarê bide.”

 

Bapîr herwiha ew yek jî anî ziman ku wî daxwaz dikir ev kongre li Hewlêrê bihatiba lidarxistin û tekez kir ku ji ber hesta xwesepandina hinek aliyan ew yek pêk nehta.

 

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de daxwaz kir ku kesatî û kesên Yekem ên partiyan beşdarî di kongreyê de bikin û ji ber wê çendê ku ew yek di kongreyê de pêk nehatiye, rexne li wan girt.

 

Bapîr ragihand, ji ber ku serkirde û kesên Yekem û biryarbidest ên partiyan beşdarî di kongre, hikûmeta û parlamentoyê de nakin, ew sazî lawaz û bêdesthilat dibin û bang li hemû partiyan kir ku kesên yekem tevlî kongreya KNKê bikin.

 

Elî Bapîr herwiha daxwaz kir ku kongreya dahatî ya KNKê li bajarê Severe were lidarxistin, ji ber ku di sala 1920an de li gor peyama Severe mafê gelê kurd ê dewletbûnê hat pejirandin.

 

Bapîr daxwaz kir ku hewl bê dan ku neveroka peymana Lozanê were hilweşandin ku mafê rewa yê kurdan bo dewletbûnê ku di peyama Severe de hatibû naskirin, tê de hat binpêkirin û dest bi înkarkirina wê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst