Artêşa Tirkiyeyê gundên Zirganê topbaran kirin

25-08-2024
RÛDAW
Nîşan Zirgan Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar herêma navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zirganê yê li bakurrojhilatê Hesekê topbaran kir.

Gundên Enîq El Hewa û Xirbetê Şiîrê yên Zirganê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.

Di encamê de rêya Til Bêderê hate girtin, êdî çûn û hatin bi wê herêmê re nema.

Nivîskarê Kurd Amir Faris ji Rûdawê re got ku ji êvara roja şemiyê ve, HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, li baregeha Qesrikê rahênana leşkerî ya hevbeş dikirin.

Bi gotina Amir Faris, piştî 7 mehan ji rawestandina êrişan, careke din li navçeya Serê Kaniyê, Til Temir û Zirgan, topbaran çêbû.

Ji aliyê xwe ve jî HSDyê bi topên hawinê bersiva wan êrişa didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst