Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand

25-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qoser Mêrdîn Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jinekê xwe şewitand.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopetamyayê, li taxa Seleheddîn Eyûbiyê ya Qoserê jina bi navê Suriye Akturk a 50 salî ji ber sedemeke nediyar xwe li ser banê xaniyê xwe şewitand.

Tevî midaxaleya cîran û xizmên wê, Suriye Artukê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Suriye Akturkê ji bo karûbarên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst